YNK: Divê dewleta Tirk tavilê dest ji bomberdûmanê berde
Berdevkê YNK'ê Îmad Ehmed xwest artêşa Tirk tavilê dest ji bomberdûmana xaka Başûrê Kurdistanê berde.

Bomberdûmana herî dijwar a salên dawî ku AKP û artêşa Tirk di salvegera Lozanê de ji bo qirkirina Kurdan li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî, rastî nerazîbûna tund a YNK'ê hat.
Endamê Polît-Buro ya YNK'ê û Berdevkê YNK'ê Îmad Ehmed got, "Divê êrîşên hewayî yên li hemberî kampên PKK'ê tavilê bên sekinandin."
Li hemberî bomberdûmana gelê sivîl li Xakurkê, rêveberiya Hewlêrê, rayedarên PDK'ê û serokê herêmê Barzanî hînê bêdeng in.