Yîgîtalp a li Licê: Dengê Licê bibihîzin

Yîgîtalp a Licê got, "Bersiva AKP'ê ya ji bêçalaktiya KCK’ê re pêşxistina şer bû. Ev sê roj in têkiliya Licê ya bi dinyayê re hatiye qutkrin. Dengê Licê bibihîzin.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Yîgîtalp ê li Licêya ku ev sê roj in rewşa awarte lê heye dimîne got: "Bersiva AKP'ê ya ji bêçalaktiya KCK’ê re pêşxistina şer bû. Ev sê roj in têkiliya Licê ya bi dinyayê re hatiye qutkrin. Dengê Licê bibihîzin.”

Li navçeya ku di dorpêça leşker û polîsan de ye GSM û internet hatiye qutkirin.

Ji ber dorpêçê li 50 gundên girêdayî navçeyê pirsgirêka qut heye. Nexweşên giran jî di nav de destûr nayê dayîn nexweş sewqî nexweşxaneyan bên kirin.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê diyar kir ku nikarin ti agahiyê ji navçeyê bigirin û got: "Em careke din diyar dikin ku em ji ewlekariya canê welatiyên me yên li gundan bi fikar in.”

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp a ev 3 roj in li navçeyê ye got:

"Ev sê roj in li qada şehîdgehê operasyona leşkerî heye. Vê sibehê jî bi wesayîtên zirxî sewqiyat çêbû. Li şehîdgehê çi dibe em nizanin. Lê welateyekî ji wê herêmê got ku avahiyên li şehîdgehê hatine xerakirin. Me du caran xwest em biçin herêma operasyonê. Destûr nedan. Ji ber qedexeya derketina derve gel nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bi cih bîne. Gel pir bi hêrs e, tevî vê jî bi sebir nêz dibe. Bi taybet ji ber gorên zarokên wan tên hedefgirtin bi bertek in. Di êrîşa li hember şehîdgehê de 9 mertalên zindî hatin binçavkirin.”

Yîgîtalp bêçalaktiya KCK'ê ya 10’ê Cotmehê bi bîr xist û got: “Bersiva AKP'ê ya ji bêçalaktiya KCK’ê re pêşxistina şer bû. Ev sê roj in têkiliya Licê ya bi dinyayê re hatiye qutkirin. Dengê Licê bibihîzin.”