Yên xwestin biçin sersaxiyê rastî êrîşa polîsan hatin

Gelê hewl da biçe taziyeya li Qoserê ya ji bo YPG’yiyên jiyana xwe ji dest dane rastî êrîşa polîsan hat. Jina bi navê Hadle Çelîk ji ber bombeya gazê li serê wê ket birîndar bû.

Ji bo şervanên YPG’ê Mazlûm Çoko (Kamal Tekoşîn) û Salîh Çelîk (Serhildan Agir) ên li Rojava di pevçûneke bi çeteyên DAIŞ’ê re jiyana xwe ji dest dan, li Mala Gel a Şêx Davût Yalçinkaya ya Qoserê konê sersaxiyê hat vekirin. Bi sedan kesên ku di nav de rêveberên rêxistinên DBP û HDP’ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê, Hevşaredarên Qoserê, rêveberên MEYA-DER’ê cihê xwe girtin, hewl dan bi meşekê ve tevlî sersaxiyê bibin. Girseya kul i pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Qoserê kom bû, dema bi meşekê diçû konê sersaxiyê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Di êrîşa polîsan de jina bi navê Hadle Çelîk ji ber bombeya gazê li serê wê ket birîndar bû. Di êrîşê de kesek hat binçavkirin. Çelîk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û girtin bin tedawiyê.

Polîsan derdora Mala Gel a sersaxî lê tên qebûlkirin jî dorpêç kirine.