Yên li Kerboranê jiyana xwe ji dest dan hatin oxirkirin

3 gerîlayê HPG’ê û sivîlek ên ku di şerê duh ê li Kerboranê de jiyana xwe ji dan, piştî karên otopsî ji bo defnkirinê ber bi welatê xwe hatin oxirkirin.

3 gerîlayê HPG’ê û sivîlek ên ku di şerê duh ê li Kerboranê de jiyana xwe ji dan, piştî karên otopsî ji bo defnkirinê ber bi welatê xwe hatin oxirkirin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Îrfan Erol (Rêzan Bahoz), Osman Karadenîz (Kûrtay Amed), Serhat Nazlier (Ferhat Amed) û welatiyê sivîl Rêzan Baran piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê radestî malbatên wan hatin kirin.

Gerîlayê HPG’ê Karadenîz wê sibehê li Goristana Yenîkoyê bê defnkirin. Gerîlayên HPG’ê Nazlîer li Licê, Erol li navçeya Qoser a Mêrdînê û Rêzan Baran jî wê li Kerboranê ber bi rêwîtiya dawî werin oxirkirin.