Yên ji jer direvin xwe davêjin Efrînê

Bi hezaran kesên ji bajarê herî mezin ê bakurê Sûriyeyê Helebê reviyan xwe avêtin Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê. Di 6 rojên dawî de hejmara penaberên gihiştin Kantona Efrînê 30 hezar derbas kir.

Şerê di navbera rejîma Baas’ê û çeteyên bi piştgiriya Tirkiyeyê ku rêya di navbera wan de ji bakurê Helebê hat qutkirin, dewam dike. Bi şerê dijwar ve gelê koç dike xwe davêje Kantona Efrînê. Ji bo pêşwazîkirina penaberan rêveberiya Efrînê û Efrînê di nav xebatek zêde de ne. Malbatên koçî Efrînê kirin li Wargeha Rûbar, navenda Efrîn û navçeyên wê hatin bicihkirin.

Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê gihiştinê, cih û rêjeyên penaberan wiha ye:

EFRÎN

2 hezar û 215 (15 hezar û 500 kes) malbat xwe avêtin navenda Efrînê. Malbatên hatin navenda bajar, 4 hezar û 30 kesên ji wan ji zarokên 3 salî pêk tên. 3 hezar zarok jî temenê xwe 3-7 salî ne, 2 hezar û 800 zarok 7-15 salî ne. Di nav van zarokan de 60 zarokên astengdar hene.

ŞERA

50 malbat li navçeya Şera hat bicihkirin. 2 hezar û 725 zarok di bin temenê 3 salî de ne. Hezar û 960 zarok jî 3-7 salî ne. 950 zarok jî temenê xwe 7-15 salî ne. Hezar û 760 kes jî li ser 15 saliya ne. Di nav van de 5 astengdar hene.

BILBILÊ

514 malbat li navçeya Bilbilê hatin bicihkirin. Di nav malbatên koç kirin de 980 zarok di bin 3 saliya de ne, 770 zarok 3-7salî ye, 550 kes 7-15 salî ne. 285 kes temenê wan li ser 15’an e, di nav de 15 astengdar hene.

RACO

38 malbat li Raco hatin bicihkirin. 87 zarok temenê xwe di bin 3’yan de ne, 62 zarok 3-7 salî ne, 50 zarok 7-15 salî ne. 53 kes temenê xwe li ser 15’an e û di nav de 7 astengdar hene. 

ŞIYÊ

36 malbat li navçeya Şiyê hat bicihkirin. 75 zarok di bin 3 saliyan de ne, 58 zarok 3-7 salî, 65 zarok jî 7-15 salî ne. 65 kes jî temenê xwe li ser 15’an e û di nav de 4 astengdar hene.

ŞÊRAWA

257 malbat li Şêrawa hatin bicihkirin. 560 zarok di bin temenê 3 saliya de ne, 470 zarok 3-7 salî û 375 kes jî li ser 15 saliya ne. Di nav de 15 astengdar hene.

MABATA

172 malbat li Mabata hatin bicihkirin. 370 zarok di bin 3 salan de ne, 250 zarok 3-7 salî, 240 zarok jî 7-15 salî ne. Li ser temenê 15’an 331 kes hene û di nav de 9 astendar cih digire.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin hejmara malbatên koçî Cindirêsê kirine hê nehatine tespîtkirin. Konseya Karên Civakî tespîtkirina malbatên koçî Efrînê kirine didomîne.

Qadên malbat hatine wiha ne:

Li gor tespîta Konseyê, malbatên ji bakurê Helebê û herêma Şehaba hatine Kantona Efrînê ji van herêmana hatine:

Ji bajarokê Dêr Cemal 951 malbat
Ji gundê Kefer Naya 500 malbat
Ji gundê Kefer Nasih 900 malbat
Ji gundê Mayîr 400 malbat
Ji bajarokê Til Rifet 890 malbat
Ji gundê Şêx îsa 18 malbat
Ji gundê Rityan 35 malbat
Ji gundê Kefer Naha 195 malbat
Ji herêma Şehba 393 malbat.