Piştî pevçûnên li herêma Botanê yekîneyên taybet yên cendirmeyan û tîmên taybet veguhestin herêmê.
Piştî cebilxane û leşker vekêşan herêmên ser sînr, îro jî bi 150 mînîbusên sivîlan yekîneyên taybet yên cendirmeyan û bi 3 otobûsan jî tîmên tevgera taybet li ser Rêya Îpekê re derbazî Şirnexê kirin.
Bi wesayîtên zirxî li ser rê tedbîrên leşkerî û polîsî yên berfireh hatin girtin, karwana ku di hat Cizîrê 2 Kobrayan jî ji hewa ve control dikir. Hat ragihandin ku, yekîneyên hatine herêmê dê bişînin herêmên sînor yên Şirnexê.