Li bejahiya gundê Nehrî yê girêdayî navçeya Şemzînana Colemêrgê ku ji 23’ê Tîrmehê û vir ve pevçûn û operasyon lê didomin, ev hefteyeke ji bilî wesayîtên zirxî, leşkerên taybet hatine perwerdekirin jî dişînin herêmê.
Hate hînbûn ku, yekîneyên leşkerî yên li ser Wanê re derbazî navçeya navçeya Şemzînan û yekîneyên nêzî navçeyê kirine. Di vê navberê de hate ragihandin ku, di çarçoveya operasyona li bejahiyê didome, ji Tûgaya Komando û Çiya ya Colemêrgê bi helîkopterên Skorsky bê navber sewqiyata cebilxane û bombeyan dikin.