YDG-H: Yên êrîşî mizgeftê kirin hêzên dewletê ne

Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDG-H), têkîldarî terora AKP’ê û berevajîkirinên medyaya AKP’ê daxuyanî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya YDG-H’ê de wiha hat gotin: “Berxwedana topyekun a ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li hember rejîma dagirker faşîst û çeteyên wê dimeşîne bê navber didome. Çeteyên li hember berxwedana Nisêbîn, Amedê û li hember îradeya xwerêveberiyê ya gelê me encam negirtin, bi qaşo qedexeyên kolanan ve êrîşî gelê me yê sivîl û bê parastin dikin.”

‘ AKP Û DAIŞ’Ê SIVÎL QETIL KIRIN; BEXWEDAN NEŞKANDIN’

Di berdewamiya daxuyaniyê de, têkildarî bûyerên li Geverê wiha hat gotin:

“ 7’ê Kanûnê rejîma AKP’ê saet 23:00’an li navçeya Gever a Colemêrgê qedexeya kolanan îlan kir, piştî wê çeteyan êrîş bir ser taxên Orman, Eskîmezarlik û Dîze yê. Di van êrîşan de tîmên taybet, jenderme û li cem wan jî hevkarên çeteyên DAIŞ’ê jî cih girtin. Destpêkê Ciwanên welatparêz ên Geverê û gelê Geverê li hember van êrîşan erka xweparastinê pêk anîn. Di encama van şeran de çeteyên faşîst êrîşî gel kirin, li gel wê jî êrîşî mertalên zindî ku bi rêya demokratîk erka xwe pêk danî kirin û agir berdan konên wan. Êrîşên ku heta sibehê bi dijwarî berdewam kirin de sivîlê bi navê Ersîn Aydin (37) ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin. Di şer de polîs û çeteyan bi awayek zêde teknîk bi kar anî. Li gel êrîşên ku li hember gel pêk dihatin jî di heman demê de bi çekên giran êrîşî taxan kirin. Di encama van êrîşan de ziyanek mezin gihane avahiyên welatiyan. Li hember berxwedana gel ya tevahî şevê polîsan ti encam ne girt û sibehê vekişiyan.” 

‘ DEWLET ÊRÎŞÎ MIZGEFT Û CIHÊN DÎROKÎ DIKIN’ 

Her wiha medya şerê taybet a Tirkiyeyê jî, nûçeyên girêdayî mizgefta Kûrşûnlû ya li navçeya Sûr a Amedê ‘ ji aliyê YDG-H ve hatiye şewitandin’ belav dikin, rewşê berovajî dike, di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“ Li hember tevgera me, hem li Tirkiye û hem jî di çapemeniya Cîhanê de nuçeyên kampanyaya reşkirinê dane despêkirin. Bi rojan li hember cihên dîrokî û destpêkê mizgefta Kûrşûnlû û cihên ku di mîrasê çandî yên cîhanê de hatine pejirandin bi teknîka herî bi hêz, êrîşên hewayî û bejahî pêk tînin, ev ên êrîş dikin çeteyên girêdayî Qesrê bi xwe ne. Zîhniyeta li Mûsilê mizgefta Hz. Yûnûs hilweşandî niha jî êrîşî mîrasên dîrokî yên Kurdistanê; mizgeft, bermayên dîrokî û gelên li wan herêman dijîn dikin. Ev zîhniyeta çavsorkî ya berê jî li Gimgimê mizgeft û malacem tine kir, bi çi awayî êrîş dike bila bike, wê ti encamê negire, dawiya vê zîhniyetê jî wê bibe wek rejîmên zalim ên çavsorkî dibin û dawiyê li xwe tînin û wek nifşên pêş ên faşîsma Tirkên kesk winda bibin.”