YDG-H'ê da xuyakirin, ku li Cizîr û Silopiyayê, çete bi desteka artêşa Tirk şerekî mezin dimeşînin û got, "Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşa çeteyan a topyekûn, dest bi seferberiya topyekûn bikin. Em soz didin, ku em ê ji Cizîr û Silopiyayê destpê bikin, hemû bajarên xwe biparêzin û xwerêveberiyên xwe derxînin qonaxeke bilindtir."
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku êrîşên hikûmeta AKP'ê ya faşîst a li hemberî qadên xwerêveberiyê yên gelê Kurdistanê derketiye asteke bilindtir. YDG-H'ê diyar kir ku li her devera berxwedan lê heye, bi tevlîbûna kontrgerîla û çeteyan ji hewa û erdê ve êrîş dewam dikin û got, "Çeteyên ku nikarin bikevin nava taxan, agir berdidin malan, bi tankan xaniyan xera dikin û bi vî rengî hewl didin bi pêş de biçin. Gelê me yê ku bi pêşengiya YDG-H li ber xwe dide, pêşî li hemû êrîşên çeteyan û ketina wan a nava taxan girtiye.
Li navçeyên Cizîr û Silopiyayê, çete bi desteka artêşa Tirk re şerekî mezin dimeşînin. Divê tevahiya gelê Kurdistanê û dost bizanibin, ku bi van êrîşan re hewldana ketina nava qadên me, hewldaneke kêrhatî nînin. Rejîma mêtînger di şerê xwe yê li hemberî qadên me yên xwerêveberiyê de roj bi roj bêhtir derban dixwe û ji ber tirsa ji berxwedana me, bi awayekî bêperwa êrîşî herêmên sivîlan dike. Pêwîste were zanîn ku xwestina girtina xendekan tê wateya 'Bila ciwanên Kurd xwe teslîmî dewleta Tirk a mêtînger bike'. Yên ku xwe berê teslîmî mêtîngeriyê kirine, gelekî baş dizanin ku ciwanên Apoyî xwe û vîna xwe ti carî teslîm nakin. Gelê welatparêz ê Kurdistanê jî gelekî baş dizane ku ev bang, bangên kesên bêrûmetî û koledarî qebûl kirine, ye. Û roj bi roj berxwedana xwe mezin dike
Di serî de Cizîr, Silopiya û Sûr em ê hemû qadên xwe yên xwerêveberiyê di her şert û mercî de biparêzin, şîdet di kîjan astê de ji ku tê bila were ew ê bi heman şîdetê bersiva xwe bibîne û çeteyên hewl didin xwe berdin nava bajarê me, wê ti carî nikaribin xetên me yên parastinê derbas bikin. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşa çeteyan a topyekûn, dest bi seferberiya topyekûn bikin. Em soz didin, ku em ê ji Cizîr û Silopiyayê destpê bikin, hemû bajarên xwe biparêzin û xwerêveberiyên xwe derxînin qonaxeke bilindtir."