YDG-H: Berxwedana me ya li dijî êrîşan bênavber didome

YDG-H da xuyakirin ku li hemberî êrîşên topyekûn ên AKP li dijî bajarên xwerêveberiyê dimeşîne, berxwedana wan bênavber didome. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku êrîşên dijmin bên pûçkirin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin."

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) da xuyakirin ku li hemberî êrîşên topyekûn ên AKP li dijî bajarên xwerêveberiyê dimeşîne, berxwedana wan bênavber didome. 

YDG-H diyar kir ku li navçeya Şirnex Cizîrê dorpêçiya çeteyan hînê dewam dike û ev agahî da: "Di serî de li taxên Cûdî, Yafes, Nûh û Sûrê, êrîşên çeteyan ên li tevahiya navçeyê yên li hemberî sivîlan dewam dikin. Di êrîşên 30'ê Kanûnê yên li taxa Nûhê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, jinek jî birîndar bûn. Yek ji sivîlên hatin qetilkirin doktor bû û dema mudaxle li birîndaran dikir, ji aliyê sekvanên dijmin ve hedef hat girtin û hat qetilkirin. Heman rojê li taxa Sûrê, çeteyan careke din ciwanekî sivîl hedef girtin û ew birîndar kirin."

Daxuyaniya YDG-H bi vî rengî dewam kir:

"30'ê Kanûnê, li navçeya Şirnex Silopiyayê li hemberî çeteyên ku maleke gel a li taxa Zapê ji xwe re weke baregeh bi kar dianîn, hêzên me çalakiya xweparastinê pêk anîn û derbên bi bandor li wan xistin. Lê belê li ser kuştî û birîndaran agahiyeke zelal nehat bidestxistin. Piştî çalakiyê gelek ambûlans çûne cihê bûyerê. Heman rojê li taxa Zapê çeteyan bi maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra êrîş kirin. Li ser vê yekê, hêzên me di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan êrîşê û derb li maşîna zirxî ya Kobra xistin. Li ser kuştî û birîndarên dijmin agahî nehat bidestxistin.

Di rojên dawî de çeteyên rejîma AKP'ê ya mêtînger, sewqiyata çekên giran, leşker û tîmên taybet ên ber bi qadên xwerêveberiyê re didomîne. Gelekî vekirî tê dîtin ku ev sewqiyat û êrîşên hêzên rejîmê yên li hemberî qadên xwerêveberiyê, ji bo qetilkirina Kurdan û koçberkirinê ne. Weke YDG-H em vê dibêjin; Heta ku êrîşên dijmin bên pûçkirin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û gelê xwe biparêzin."