YBŞ'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir

Fermandariya YBŞ'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.

Daxuyaniya YBŞ'ê wiha ye:

"Em wek gel di nav pevajoyeke dîrokî de ne. Bi têkoşîna me ya dîrokî ya ku bi bedelên mezin û bi kedên mezin gelê me lê bû xwedî û mezin kirin, xiyanet û radestî êdî ne qeder e. Nasname, çand û baweriya xwe ya ku bi wê hat nasîn, parastina xwe bi pêş xistiye û hatiye asta xwerêvebirinê. Yekîneyên Berxwedaniya Şengalê yên bi rênasîna pêşengê jiyanê, Rêber APO û bi xeta têkoşîna şehîdên me yên qehreman ber bi serketinê ve dimeşe, ji her kesî re daye nîşandan ku li Şengalê bi têkoşîn û berxwedanê wê encam bê girtin. Bi qehremantiyên mezin ber bi serketinê ve dimeşin. Dîsa bi awayekî zelal hatiye îspatkirin ku bi berxwedana li hemberî tirsonekî û xiyanetê, nirxên civakî wê bên parastin û jiyana azad wê bê bidestxistin.

Fermana herî dawî, ku bû sedema êşên komaleyetî û trajediyên mezin, bûye eyneya lewazî, perçebûn, bê rêxistinbûnê. Lê pêşdîtinên hêzdar ên Rêber APO û mudaxeleyên wî, hevkêşeyên dîrokî bê encam hişt û ev yek rê da ku gelê me bi xwedî derketina li pêşeroja xwe li ser esasê berxwedanê xwe bigihîne serketinê. Lewma Rêber APO bi qasî ku bûye pêşengê pêşketinên pratîk ên dawiyê, bi şikandina kelha koletî, tirsonekî û teslîmîyetê; bûye afirîner û pêşengê jiyana me ya azad û bi rûmet. Di serdemek dîrokî ya vî rengî de, ku em tê de derbas dibin de, pêşwazî kirina 4’ê Nîsanê ji bo hevrêyên me yên di demên herî zehmet di çeperên berxwedanê de şer dikin û ji bo gelê me yê ku li hemberî her êrîş û planên qirêj dest ji azadî û berxwedana xwe bernedaye hîn zêdetir bi wate û girîng e.

Li ser vê esasê bi ked û hewldanên pir mezin yê ku rêya nasîna cewhera xwe û nirxên baweriyê vekir û dîsa li hemberî nîjadkujî û zordestî ya dagirkeriyê, ku rêya meşa azadî û berxwedaniyê vekir Rêber APO ye. Li ser ve bingehê rojbûna Serokatî ya 68’emîn di serî de di şexsê Rêber APO de li gelê me yê welatparêz yên li hemberî her cure zordestî, astengî û êrîşan hebûn û azadiya xwe gihandiye watebunê; li hemû gelên cîhanê yên berxwedêr re pîroz dikin.

Di dîroka her gelî de demên herî tarî yê bi kûrbuyîna koletî, zordestî û kedxwarî de bi şikestinên dîrokî pêvajoyên ku vê  poçûnê berovajî kirine hene. 4’ê Nîsanê ji bo gelê me roja perçekirina kedxwarî, zordestî û xiyanetê; bi rabûna ser niga roja vejîna nû û berxwedanê ye. Lewma 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûnekî biyolojik temsîl dike; ji bo gelên bindest, jin, ciwan û nasnameyên ku bi destê rejîmên faşist yên desthilatdar hebûna wan di bin talûke de ne, roja serî rakirin û buye navêisrarkirina jiyanek azad û berxwedanê.

Li ser esasa felsefeya jiyanek azad yê ku Rêber APO diyarî mirovahî kiriye  xwedî berpirsiyariyên xwe ye berxwedanî û avakirinê derkevin û pewîste 4’ê Nîsanê bi wî awayî bê fêhmkirin. Wateya 4’ê Nîsanê hêvî û daxwazên ku Rêber APO bi awayekî guncav nêzikatiyên ji me bendeware xwedî derkevin. Li ser vê bingehê em tev bigerin, ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO hemû herêman bê navber vegerînên cihê berxwedanê.  Em di ferqa wê de bin Azadiya Rêber APO azadiya tevahî gelên bindeste û her kêliyê di nava tekoşînê de bin, em bang dikin tevahî gelê me di sala 2017’an derdora Rêber APO bidin xelek, îsal bikin sala azadiya Rêber APO û gelê xwe."