Yalman ê ku polîsên Tirk birîndar kiribûn jiyana xwe ji dest da

Omer Yalman (45) ê ku li Silopiyayê ji ber gulebarana polîsên Tirk ji zikê xwe birîndar bibû, ji ber êrîşan welatiyan nikaribûn rakin nexweşxaneyê, ji ber xwîn zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.

Li Silopiyayê ya ku terora dewletê di roja 19. de didome, Omer Yalman dema hewl da ji Taxa Başak ber bi Taxa Barbarosê biçe ji aliyê tîmên taybet ên Tirk hat gulebarankirin, ji singa xwe ve gule xwar û bi giranî birîndar bû.

Yalman ji aliyê xizmên xwe ji cihê bûyerê hat wergirtin lê ji ber ambûlans nehat nebirin nexweşxaneyê, li mizgefta li Taxa Barbarosê ji ber xwîna zêde jê çû jiyana xwe ji dest da.

Hate ragihandin ku cenazeyê Yalman hê li taxê tê ragirtin.