Yagiz ê di greva birçîbûnê de ye devê wî nagere

Nasir Yagiz ê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 91 roj in di greva birçîbûnê de ye, devê wî nagere.

Nasir Yagiz di roja 91’an a çalakiya greva birçîbûnê de ye. Koma 46’an çalakiya dorveger a greva birçîbûnê wergirt. Çalakiya greva birçîbûnê li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê didome.

Nûnera HDP’ê ya li Hewlêrê Muzeyyen Guneş di dema dewrwergirtina çalakiyê de axivî û got ku, “Çalakiya me di roja 91’an de didome. Heta ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin, wê çalakiya me bidome.”

Guneş diyar kir ku tendirustiya çalakger Nasir Yagiz xerab bûye û got ku “Rewşa Yagiz roj bi roj xerab dibe. Yagiz di axaftin û razanê de dijwariyan dikşîne."

Guneş bal kişand ser vî tiştî, beriya ku rewşa çalakgerên greva birçîbûnê xerab bibe, divê her kes li dijî tecrîdê têkevin nav hewldanan.