Xwîn çû ser mejiyê rêveberê HDP’ê yê ku polîsan ji serê wî birîndar kirin

Hate ragihandin ku xwîn çûye ser mejiyê Hacay Yilmazê HDP’yî yê ku di êrîşa polîsan a li dijî meşa li Îzmîrê ya “Ji Ocalan Re Azadî” ji serê xwe derbe xwaribû.

Hate ragihandin ku xwîn çûye ser mejiyê Hacay Yilmazê HDP’yî yê ku di êrîşa polîsan a li dijî meşa li Îzmîrê ya “Ji Ocalan Re Azadî” ji serê xwe derbe xwaribû.

Hate diyarkirin ku Rêveberê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Îzmîrê Hacay Yilmaz ê ku di êrîşa polîsan a li dijî meşa Îzmîrê ya “Ji Ocalan Re Azadî” ji serê xwe derbe xwaribû. Yilmaz li Nexweşxaneya Dewletê ya Bozkaya girtin tedawiyê, hate destnîşankirin ku doktor hewl didin xwînê bisekinînin.