Xwendekarên zanîngehê yên tevlî YPS’ê bûn: Divê her kes tevlî refên berxwedanê bibe

Komek ciwanên li zanîngehên cuday ên li Tirkiye û Kurdistanê dixwendin hatin Nisêbînê û tevlî refên YPS’ê bûn. Akîf Dogan ê tevlî YPS’ê bû banga tevlîbûna refên YPS’ê li tevahî ciwanan kir.

Xwendekaran bi merasîmeke leşkerî ya wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin vekirin ve tevlîbûna xwe ya YPS’ê îlan kirin. Di merasîmê de li ser navê xwendekaran Akîf Dogan axivî, destnîşan kir ku wê li dijî terora dewleta Tirk û qetlîamên hovane yên li dijî Kurdistanê bi awayekî fedaî li ber xwe bidin.

Dogan banga tevlîbûna refên YPS’ê li tevahî ciwanên Kurdistanê kir, wiha got: “Êrîşên çeteyên AKP û Erdogan li Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Li dijî vê pêwîst e berxwedana ciwanên Kurd mezin bibe. Wek komek ciwanên Kurd ên ji zanîngehên cuda di vê berxwedanê de cihgirtinê em wek deynê rûmet û namûsê dibînin. Ji ber vê jî bi moral û biryarbûnek mezin me di refên YPS’ê de cihê xwe girtin.

Dogan got, “Dem dema bajarên Kurdistanê ji faşîzma TC’yê paqijkirinê ye” û bi bîr xist ku ev firsend û berpirsiyartiya dîrokî li ser milên wan e. 

Dogan berxwedanên li Sûr, Silopiya û Cizîrê silav kir, anî ziman ku bi tevlîbûna refên YPS’ê ve li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê wê bibin rûhê fedaî yên Arînan, Diyaran ên li Kobanê.

Piştî daxuyaniyê, ciwanên zanîngehê yên tevlî refên YPS’ê bûn dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî YPS” qîr kirin, sirûdên berxwedanê gotin.