Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li ber Edliyeya Amedê ya ku doza JÎTEM'ê lê tê dîtin çalakiya rûniştinê pêk naîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku armanca ew ewe ku kiryarên komkujiyên li herêmê pêk hatin derbixin holê û divê ev doz bi kesekî tenê nemîne.
37'emîn rûniştina doza endamên JÎTEM'ê ya ku Serheng Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê destpê kir û li ber edliyeyê jî xizmên windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xizmên windayan di bin pêşengiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê hatin cem hev li ber adliyeyê bi wêneyên kesên hatin windakirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin. ÎHD'ê û xizmên windayan xwestin ku aqubeta windayan bê aşkerakirin û berpirsiyarên kuştinên kiryar nediyar derbixin holê. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar û nûnerên rêxistinên sivîl yên civakî jî piştgirî dan çalakiyê.
Berî çalakiya rûniştinê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, axivî û diyar kir ku demek dirêje ji bo kuştinên kiryar nediyar bên zelalkirin û kiryar bên darizandin têkoşînê didin û wiha got: "Lê mixabin heta niha di vê mijarê de tu gav nehatin avêtin. Em îro bi malbatan re careke din balê dikêşin ser vê dozê. Di salên 90'an de li ser vê erdnîgariyê li hemberî mirovahiyên sûcên gelek cidî hatin kirin. Ev ji aliyê kê ve hatin kirin diyar in."
'BILA BERPIRSIYARÊN BIGEHÎN DERBIXIN BER DADÊ'
Bîlîcî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha li vir Cemal Temîzoz û ekîba wî tê darizandin. Lê divê hêza siyasî ya li piştî van jî bê darizandin. Divê li vir Mehmet Agar, Tansu Çîller û Suleyman Demîrel jî bên darizandin. Van cînayetan tenê bi ser hinek kesan bên dîtin ji kar revîne. Divê bergirsiyarên bingehîn bên darizandin. Em pêşiya vê yekê bernadin. Kengî li vî welatî rêveberên vî welatî bi paşrojê re rû bi rû bê dê wê demê hinek tişt bên guherîn. Em rêxistinên mafên mirovan wisa dêbêjin; divê tenê bi Cemal Temîzoz û Kamîl Atak bi sînor nemîne. Weke wan bi sedan kesan tetîk kêşandin. Mirov revandin û windakirin. Îşkence li mirovan kirin û kuştin. Ji ber vê yekê divê lêpirsînê bê berfirehkirin. Divê ev doz jî demildest bi dawî bibe."
Bîlîcî, da zanîn ku ÎHD û xizmên windayan dê vê dozê her tim bişopînin û dem dem çalakiyên wisa dê li dar bixin.
'EV SÛC LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ PÊK HATINE'
Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar, diyar kir ku doz 3 sale berdewam dike û wiha got: "Di salên 90'an de pêkanînên bi pergalî hebûn. Li qada navneteweyî ev yekê sûc, sûçê mirovahiyê."
Piştî axaftinan xizmên windayan û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî bi wêneyên kesên hatin windakirin li hemberî edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin û çalakî berdewam dike.