Xizmên windayan edalet xwestin
Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan û Îsmaîl Agay ên ku di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
Xizmên windayan aqûbeta Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan û Îsmaîl Agay ên ku di bin çavan de hatine windakirin, pirsîn.
AMED
Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 902’yan a çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan a Amedê civiyan. Aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku 24’ê Gulana 1994’an li navçeya Pasûr a Amedê hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin, hate pirsîn.
ÊLIH
Li Êlihê jî çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, dom kir. Di hefteya 738’an a çalakiyê de aqûbeta belavkarê Rojnameya Ozgur Ulke Îsmaîl Agay hate pirsîn ku 29’ê Gulana 1994’an li Êlihê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate revandin û piştre êdî agahî jê nehate wergirtin.
COLEMÊRG
Li navçeya Gever a Colemêrgê di hefteya 228’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” de li kolana hunerê daxuyanî hate dayîn. Di çalakiya vê hefteyê de jî aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan ên ku 24’ê Gulana 1994’an li navçeya Pasûr a Amedê hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin, hate pirsîn.