Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin û aqubeta Sabah Oruç (17) yê ku di sala 1996'an ji mala xwe derket û careke din tu agahî jê nehatin girtin pirsîn. Li Êlihyê jî bi heman ramancê çalakiya hefteyî hate lidarxistin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan li parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe ya hefteya 176'an li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, Sendîkayên girêdayî KESK'ê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Endama Komîsyona Cînayetên Bûyerên Kiryar Nediyar û Windayan a ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek di çalakiyê de axivî û doza JÎTEM'ê ya duh li Amedê hate dîtîn bi bîrxist û wiha got: "Demek berê parêzerên diketin doza JÎTEM'ê gotin di pêvajoya bê de jî dê kesên tên darizandin bên tahliyekirin û gumanên xwe anîn ziman. Wisa jî çêdibe. Di rûniştina duh de endamekî JÎTEM'ê hate berdan. Em li benda kiryar bên dîtinbûn lê kiryarên tên darizandin serbest tên berdan."
'VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Perînçek, bal kişand ser operasyonên demên dawî û pevçûnan û wiha axivî: "Em ji bo ev xwîn bê rawestandin her tim di nav kedekê de ne. Lê her roj pevçûn berdewam dikin û mirin zêde dibin. Em li vir careke din bang li rayedaran dikin, vê xwînê rawestînin. Ev yek di destê rayedaran de ye. Heke bixwazin dikarin di nava hefteyekê de xwîn rawestinin, operasyon rawestin dê çek bêdeng bibin. Kesên jiyana xwe ji dest didin mirovên wî welatî ne û ciwanên vî welatî ne. Vê xwînê rawestînin û şerî rawestînin. Êdî ma ev xwîn û rondik nebes in? Ji kesên dimirin û dikujin rayedar û desthilatdar berpirsiyare. Kesên pêşiya çareseriyê digirin berpirsiyar in. Êdî em dixwazin ev şer bi dawî bibe."
AQUBETA ORUÇÊ KU DI SALA 1996'AN DE WINDABÛ PIRSÎN
Piştî axaftina Perînçek çîroka windabûna Sabah Oruçê ku di 13'yê sibata 1996'an li anvçeya Bîsmîlê ya Amedê dema ku ji malê derket û tu agahî jênahatin girtin hate vegotin. Perînçek, diyar kir ku malbata Oruç serî li Dozgeriya Bîsmîl, Fermandariya Cendirmeyan a Bîsmîlê û Midûriyeta Polîsan a Bîsmîlê dan lê tu encam bi dest nexistin. Perînçek, anî ziman ku piştî mehek bi ser bûyerê de derbas bû hinek şahidên bûyerê gotin Oruç li Fermandariya Tabura Bîsmîlê tê girtin. Perçîncek, da zanîn ku li ser vê yekê malbatê careke din serî li saziyên fermî da lê bersiva kesekî wisa nehatiya binçavkirin girtin.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî li Kolana Gulîstan bi heman armancê çalakiya xwe ya 177'an li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê û BDP'ê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, diyar kir ku divê hemû kes destê xwe danî bi kevir û wiha got: "Li aliyekî bûyerên bi Girtîgeha Rihayê destpêkirin hene û li aliyê din jî operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dike."
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.