Xizmên windahiyan banga mirovatiyê kirin
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin, vê hefteyê jî daxwazên xwe yên ji bo edaletê, bilêv kirin.
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin, vê hefteyê jî daxwazên xwe yên ji bo edaletê, bilêv kirin.
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin, vê hefteyê jî daxwazên xwe yên ji bo edaletê, bilêv kirin. Li Amed, Êlih, Colemêrg û Geverê malbat û parêzvanên mafên mirovan, bal kişand ser rola dewletê ya di înfazkirinê de û peyama "Em dev ji we bernadin" dan.
AMED
ÎHD û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 358. li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka windakirina Selahattîn Bîlen û keyayê gund Nazim Mete yê ku di 1995'an de li navçeya Sîlopiyayê hate binçavkirin û piştre bi awayekî li ereziyê hatiye çal kirin hate dîtin hatin xwendin û xwestin berpirsyar bên darizandin.
Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî li vir axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên ku bi qedexayan re rû didin wan dixe fikaran û wiha axivî: "Her roj agahiyên mirinê tên. Hêzên dewletê bin, gerîlayên PKK'ê bin, sivîl bin.. Mirov jiyana xwe ji dest didin. Em ber bi şerekî navxweyî ve diçin."
Bîlîcî bilêv kir ku beriya 15 salan di 19'ê Kanûnê de li dijî girtîgehan operasyon pêk hatin û nirxandina "Fedî nekirin û navê vê jî danîn 'vegera li jiyanê' û di şevekê de 32 girtî hatin qetilkirin."
'BES E, BES E, BES E...'
Piştî Bîlîcî, xizma windayan Hatîce Tekdag axivî û anî ziman ku divê kiryarên hevserê wê yê winda Alî Tekdag bên dîtin û cezakirin. Tekdag wiha got: "Heta ku ez bijîm ez ê li pey hestiyan bim. Ez ê ti caran dev ji vî dozê bernedim. Bes e, bes e, bes e."
Parêzer Abdullah Zeytûn jî piştre çîroka Selahattîn Bîlen û keyayê gund Nazim Mete yên ku di 1995'an deli Sîlopiyayê hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin vegot. Daxuyaniya vê hefteyê jî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan ve bi dawî bû.
ÊLIH
Endamên ÎHD û xizmên windayan cara 358. li cadeya Gulîstanê hatin cem hev û li ber Abîdeya Mafên Mirovan li aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir axivî û diyar kir ku bi qedexeyan re mirovên ku li cihekî dijîn bi awayekî kolektîf tên cezakirin. Bagatir wiha got: "Bi qedexeyên ku li bajarên Kurdistanê hatine îlankirin bi deh hezaran mirov malên xwe terikandin. Li navçeyên di bin dorpêçê de ne mafê gel ê xwe gihandina tenduristiyê hatiye astengkirin, mafê perwerdeyê hatiye sekinandin. Pêdiviyên gel nayên bicihanîn û tên astengkirin."
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 88. li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên ji aliyê JÎTEM’ê û leşkeran ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de nûnerên ÎHD’ê, rêxistinên DBP û HDP’ê û gelek welatî amade bûn. Dayikan di çalakiya de li aqûbeta Nayîf Demîr ê ku di 1995’an de ji hêla leşkeran ve hate qetilkirin pirsîn.
Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata Nayîf Demîr, Endamê ÎHD’ê Muhyetîn Unal çîroka Demîr wiha vegot: "Nayîf bavê 8 zarokan bû. Debara mala xwe bi karê bazirganiyê dikir. Nayîf mirovek welatparêz û ji derdora xwe re gelek baş bû ji aliyê herkesî ve di hat hezkirin û naskirin. Demîr îhaleya kantîna qereqola Jendermeyan a Çelê girtibû. Her tim Demîr ji bo perê xwe ji leşkeran vegire diçû Çelê lê fermandarê qereqolê Metîn Koç jê re digot îro here sibê were. Demîr di 6'ê Adara 1995’an de ji bo pereyê xwe bigire çû qerqola Cendirmeyan a Çelê û carek din venegeriya mala xwe. Malbata Demîr ligel hemû hewldanên xwe kurê xwe ne dîtin." Unal diyar kir ku Malbata Demîr serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye lê heta niha ti encam negirtine.
Endamê ÎHD’ê Muhyetîn Unal bi bîr xist ku 5 meh e dewleta tirk li Kurdistanê qetliaman dike. Unal got ku divê dest pê kê li hemberî wan qetliyaman dayîk dakevin qadan û bertekên xwe nîşanê qetliamên ku Erdogan dike bidin.
'CENAZEYÊ DEMÎR AVÊTIN ÇEMÊ ZAPÊ'
Di wê demê de îtirafkar Kahraman Bilgîç di pirtûka ku di girtîgehê de nîvîsand de qala Nayîf Demîr dike û wiha dibêje: "Dema ez li Çelê Nayîf îhaleya qantîna qerqolê hilgirtî bû lê Nayîf nedikarî pereyê xwe ji fermandarê qerqolê bigire. 3 caran Metin Koç li cem min ji Nayîf re got ti ji PKK’ê re dixebitî ji bo ku perê Nayîf nede gef lê xwar. Rojekê Nayîf ji bo pereyê xwe bigire hat qereqolê ji fermandar re got deynê min heye pereyê min bidin lê dîsa Nayîf çi encam negirt û bi girî ji qereqolê derket. Bi şev leşkeran kelepçe xistin destên Nayîf û anên qereqolê û birin qada duyan. Piştre serpel Bedretîn Konuk çû cem Nayîf û bi têla hêsin Nayîf xeniqandin. Piştî ku Nayîf kuştin cenazeyê Nayîf kirin wesayita zirxî û Bedretîn Konuk ji leşkeran re gotin cenazeyê wî bawêjin ava Zapê.”
Piştî axaftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.