Xizmên kesên hatine windakirin dipirsin: Hûrşît Kulter li ku ye?

Kesên ku nas û xizmên wan bi destê dewletê hatin windakirin û kuştin li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin. Di çalakiyan de li aqûbeta Hûrşît Kulter jî hate pirsîn.

Çalakiya rûniştinê ya 387. ya ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi dirûşma 'Winda bila werin dîtin û kiryar werin darizandin' ku her hefte tê lidarxistin, li Parka Koşuyolûyê li  ber Bîrdariya Mafê Jiyanê pêk hat.

Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Amedê Racî Bilicî di çalakiyê de Hûrşît Kulter bi bîr xist û got, windakirina di bin çav de hê jî dewam dike. Bilîcî bal kişande ser Rêveberê Bajêr ê DBP’ê yê Şirnexê ku ev 44 roj in xeber jê nayê standin û got, "Şahid hene ku teqez dikin ew xistine bin çavan. Ev rewş nehate rapirsîn û şopandin. Hê jî qebûl nakin. Me serî li saziyên navneteweyî dan. Em li bendê ne ku aqûbeta wî were vegotin."

Bîlîcî qala qetilkirina Vedat Aydin kir û got, "Vedat Aydin xwedî xisletî xurt, aştîxwaz û heya dawiyê parezvanên mafê mirovan bû. Lê ew jî bû goriyê kiryar nediyar. Her carê hatiye ser zimên ku dewlet bi van rê û rêbazên qirêj wê ti encaman bi dest ve neyîne. Lê kuştinên kiryar nediyar ranewestiyan û birayê me Vedat jî ji nav me bir. Em weke kesên xizmên kesên hatine windakirin dixwazin êdî ev eziyet bi dawî bibe."

Endamê Komîsyona Windaya a ÎHD’ê Adnan Orhan jî çîroka Abdulcelîl Kaçar ku di Gulana sala 1994’an, hatibû kuştin, di çalakiyê de xwend.

ÊLIH

Çalakiya 387. ya Şûbeya Êlihê ya ÎHD’ê û xizmên windayan li Kolana Gulistanê pêk hat. Xizmên windayan, rêveberên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hate xwestin Wezareta Adaletê der barê aqûbeta Kulter de lêpirsînê bike.