Xetereya li ser jiyanê Sav didome
Li Edeneyê ciwanê bi navê Şiyar Sav ê di çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser gelê kurd de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hate birîndarkirin, xetereya li ser jiyana wî didome.
Li Edeneyê ciwanê bi navê Şiyar Sav ê di çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser gelê kurd de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hate birîndarkirin, xetereya li ser jiyana wî didome.
Li Edeneyê ciwanê bi navê Şiyar Sav ê di çalakiya şermezarkirina êrîşên li ser gelê kurd de ji aliyê polîsan ve bi guleyê hate birîndarkirin, xetereya li ser jiyana wî didome. Hate hinbûn ku rewşa Rûkiye Înce ya li Cizîrê hate birîndarkirin jî ber bi başiyê ve diçe.
Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê polîsan êrîşî çalakiya şermezarkirinê ya li ser gelê Kurdistanê hate lidarxistin kirin. Di êrîşa polîsan de ciwanê bi navê Şiyar Sav ê 18 salî yê hate birîndarkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçî ya Çukurovayê ya Edeneyê tê dermankirin û rewşa wî ne baş e.
Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine wergirtin xetereya li ser jiyana Sav berdewam dike û 72 saetên krîtîk li pêş wî ne.
Li aliyê din Rûkiye Înce ya ku li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin û li Edeneyê tê dermankirin jî rewşa wê ber bi başiyê ve diçe.