Balefirên şer herêma Xarkûrkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin.
Hat ragihandin, balefirên şer ên artêşa Tirk herêmên derdora Şemizînan ên di bin kontrola gerîlayan de û herêma Xakûrkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Bombebaran saet di 15.40 de dest pê kir û heta niha berdewam dike. Der barê encamên bombebaranê de tu agahî nehatin dayîn.