Li Farqînê qedexeya derketina derve li taxên Tekel, Mescît û Konakê berdewam dike û hejmarek zêde wesayîtên zirxî sewqî navçeyê hatin kirin. Li Taxa Ferîdunê ku biryara qedexeyê tine ye jî polîsan bi wesayîtên zirxî derdor gulebaran kirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê piştî di saetên nîvro de biryara qedexeya derketina derve hate girtin, êrîşên polîsan di saetên êvarê de berdewam dike. Her wiha êrîşên polîsan li taxên ku qedexe tune ye jî belav dike. Polîs, bi wesayîtên zirxî hatin Taxa Ferîdunê û derdor gulebaran kirin. Polîsan esnafên li ser Caddeya Amedê jî hişyar kirin ku biçin malên xwe û ber bi hewayê ve gule berdan.
Li navçeyê dengê çek û teqînan tê bihîstin.