Wesayîtên kar ên şaredariyê hatin desteserkirin
Hêzên dewleta Tirk wesayîtên kar ên Şaredariya Hezexê desteser kirin, ji bo mudaxeleya barîqatan dixebitînin.
Hêzên dewleta Tirk wesayîtên kar ên Şaredariya Hezexê desteser kirin, ji bo mudaxeleya barîqatan dixebitînin.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ku terora dewleta Tirk dewam dike, hêzên dewletê wesayîtên kar ên li hewşa Navenda Çandê ya Şaredariyê desteser kirin.
Hêzên dewleta Tirk wesayîtên kar ên desteserkirîne ji bo hilweşandina barîqatên li Taxa Yenî bikar tîne.