Li Sêrtê wesayîta zirxî ya polîsan dema li dewriyeyê digeriya teqle avêt. Di bûyerê de yek jê serkomîser bigiştî 4 polîs birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bûyer di demjimêrên dereng yên şêvê de li ser rêya Aydinlar ya Taxa Conkbayir rû da. Polîsê ku wesayîta zirxî diajot kontrola dîreksiyonê windakir û wesayîtê teqle avêt. Serkomîserê Navenda Polîsan ya Komarê Davût Kaynakli jî di wesayîtê de bigiştî 4 polîs birîndar bûn. Waliyê Sêrtê Mûsa Çolak da diyarkirin ku, polîsên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û rewşa wan jî başe.