Wesayîta dihat îdîakirin bombe lê bar kirine, hat teqandin

Wesayîta dihat îdîakirin bombe lê bar kirine, hat teqandin

Li navçeya Farqîna Amedê, li ser rêya Amedê wesayîta hatibû parkkirin û dihat îdîakirin teqemenî lê hatiye barkirin, hat teqandin.

Li taxa Bahçelîevler a navçeya Farqîna Amedê, wesayîta bombebarankirî, bi funyeyê hat teqandin. Bûyer şevê din saet di 01.30 de, qewimî. Wesayîta dihat îdîakirin bombe lê hatiye barkirin, ji aliyê polîsan ve bi funyeyê hatiye teqandin. Wesayît bi dengek mezin teqiya, nehat zanîn ziyanek daye an na.

Hat diyarkirin ku kes ji ber bûyerê nehatine binçavkirin û li herêmê operasyon hatiye desptêkirin.