Welatiyên Qamişlo piştgirî dayîna bi berxwedana Bakur re didomînin
Li bajarê Qamişlo çalakiyên konê piştgirî dayîna bi berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê yê li ser sînor hatiye vedan, di roja xwe ya 4’emîn de didomin.

Îro welatiyên bajarê Qamişlo, endamên Saziyên Civaka Sivîl û endamên Meclîsên Gel berê xwe dan konê piştgirtdayîna berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bi dirûşmeya “ Bakur Ne Bi Tenê ye, Rojava Li Pişta Wê Ye” ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava û bi hevkariya Meclîsa Gel a bajêr Qamişlo hatiye vedan, piştgirtî dan berxwedan Bakur.
Çalakvanan bi dîrûşmeyên silav kirina berxwedana Bakur û şemezar kirina kiryarên AKP’ê qîr kirin.
Piştî deqeyekê rêzgirtin, Hevserokê Saziyên Civaka Sivîl a bajarê Qamişlo Mişel Hesarî û Hevsrokê Komîteya Diplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yûsif Kutî axivîn û kiryarên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakurê Kurdistan dimeşîne, şermezar kirin.
Axaftvana destnîşan kir, dewleta Tirk nikare îradeya gelê kurd û hêza wê têk bibe.
Çalakî bi dirûşmeyên şermezar kirina kiryarên AKP’ê û “ Bijî Berxwedana Gelê Bakur ” bi dawî bû.