Welatiyê ku ji aliyê HPG'ê hatibû binçavkirin sîxurê polîsan derket

Welatiyê ku ji aliyê HPG'ê hatibû binçavkirin sîxurê polîsan derket

Halîs Karaboga yê ku ji ber li ser nasnameya sîxurê polîsan derket ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatibû binçavkirin piştî serbest hate berdan li ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Karaboga da zanîn ku, nasnameya sîxurtiyê polîsekî Bedlîsî li Stenbolê daye wî û piştî "poşmaniya" xwe anî ziman, ji gelê Kurd lêborîn xwest.

Di 19'ê Gulanê de li herêma Hemkok ya nêzî Gundê Şêx Cûma ya girêdayî navenda Bedlîsê de gêrîlayan rê li trafîkê birîn û kontrola nasnameyan kirin. Di encamê de 3 jê ji Gundê Şêx Cûma 5 cerdewan û keyayê Gundê Şêx Cûma Arafat Melek hatibûn binçavkirin û piştî 11 rojê din serbest hatibûn berdan. Gêrîlayan Halîs Karaboga yê ku li ser qerta sîxurtiya polîsan derketibû û li wesayîta cerdewanan de bû di 30'ê Gulanê girtibûn binçavan. Malbata Karaboga di 10'ê Pûşberê de serî li Nûnertiya ÎHD'a Bedlîsê dabûn û xwestibûn xizmên wan serbest were berdan. Piştî serlêdana malbatan HPG’ê roja din Karaboga serbest berdan. Karaboga îro li avahiya ÎHD'a Bedlîsê tevî Nûnerê ÎHD'a Bedlîsê Hasan Ceylan daxuyanî da çapemeniyê.

'MIN QERTÊ BI PEREYAN JI POLÎSEKÎ KIRÎ'

Karaboga di daxuyaniyê de da zanîn ku, 6 cerdewanên ku hatibû binçavkirin ji gundê nêzî wane û diyar kir ku, qerta nasnameya Rojnameya Nûçeyên Lêkolîna Tirkiyeyê ku ya polîsane, di sala 2008'an li Stenbolê polîsan daye wî û dema kontrola nasnameyan ya ji aliyê gêrîlayan ve li ser wî derketiye. Karaboga anî ziman ku, li ser vê yekê ji aliyê gêrîlayan ve hatiye binçavkirin û wiha got: " Di sala 2008'an de polîsê bi navê Y. Ûçar yê ku Bedlîsî ye û li Qereqola Kagithaneya Stenbolê de bi peywir bû qertê da min. Ûçar niha teqawît bûye. Min bi 50 TL'ê qertê ji Ûçar kirî."

'EZ JI GELÊ KURD LÊBORÎNÊ DIXWAZIM'

Karaboga anî ziman ku, li Stenbolê qehwexane dixebitîne û wiha axivî: "Dema min qehwexane vekir, ji bo karên destûrê çûm qereqolê. Li wir bi polîsê Y. Ûçar me hevdîtin kir û vî qertî da min. Ûçar heman qertan bi pereyan da 50 kesê din. Uçar ji min re got; 'Tu bi vî qertî dikarî bikevî hemû cihan, tu asteng dernakeve'. Niha ji van qertan li Stenbolê û Bedlîsê li cem gelek kesan heye." Karaboga îdîa kir ku, polîsan çima qert daye wî nizane û wiha got: "Piştî ku gêrîlayan qerta min bi dest xistin, min 12 rojan li cem xwe hiştin. Di nava 12 rojan min tu muameleya xirab nedît. Di hêla wijdanî de ez ne rehetim. Ji bo min ev qert girt pir poşmanim. Ji bo vê ji gelê Kurd lêborîna xwe dixwazim."