Wekîlê Yekgirtû Îslamî: Deriyê Sêmalka ne yê girtinê ye

Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Ebûbekîr Omer Abdullah nerazîbûneke tund nîşanî PDK'ê da ji ber ku deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de girtiye û ev yek weke "helwestek zerarê dide yekîtiya Kurdan" pênase kir.

Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Ebûbekîr Omer Abdullah nerazîbûneke tund nîşanî PDK'ê da ji ber ku deriyê sînor ê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de girtiye û ev yek weke "helwestek zerarê dide yekîtiya Kurdan" pênase kir.

Abdullah da xuyakirin, ku girtina deriyê sînor ê Sêmalka zerarê dide yekîtiya Kurdan û têkoşîna azadiyê û diyar kir, PDK'ê ev derî ji bo berjewendiyên partiya xwe girtî ye.

Navborî da zanîn, ku li şûna girtina deriyên sînor ên navbera parçeyên Kurdistanê, divê têkilî hîn bêhtir bê xurtkirin û got, "Lewma deriyê sînor ê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne yê girtinê ye. Helwestên bi vî rengî di navbera Kurdan de dibin sedema parçebûnê. Zerarê didin yekîtiya Kurdan. Ev helwest bi ti awayî bi kêrî têkoşîna Kurdan a li Rojava nayê. Ev yek di heman demê de dibe sedem ku têkiliya di navbera hêzên siyasî yên li Rojava û Bakurê Kurdistanê qut bibe. Lewma tiştekî bi vî rengî bi temamî zerarê dide têkoşîna yekîtî û azadiyê ya Kurdan."

GIRTINA DERIYÊ SÎNOR Ê SÊMALKA BIRYAREKE LI DIJÎ QANÛNAN E

Parlamenterê Yekgirtû Îslamî Abdullah bibîr xist, ku biryara vekirina deriye sînor ê Sêmalka ji aliyê parlamentê ve hatiye dayîn û got, "Biryarek li dijî biryara parlamentê, ancax bi biryara parlamentê bê wergirtin.

Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê parlament têk çûye, naxebite. Lewma biryara têkildarî Sêmalka hatiye wergirtin, biryarek li dijî qanûnan e û ji bo berjewendiyên partiyeke siyasî ye. Nabe ku partiyeke siyasî biryareke parlamentê li gorî berjewendiyên xwe tine bihesibîne."

DEMA XWE MANÎDAR E

Abdullah da xuyakirin, ku girtina deriyê sînor di rojeke ku Kurdên li Rojava civîn li ser pêşeroja xwe lidar dixistin de pêk hatiye, ev yek manîdar e û got, "Halbûkî divê em gelekî kêfxweş bin ku Kurdên li Rojava biryarê li ser çarenûsa xwe didin û azad dibin. Divê em hurmetê nîşanî biryara vîna siyasî ya Rojava bidin û destekê bidin wan. Lewma di rojeke bi vî rengî de girtina deriyê sînor bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ev biryareke şaş e."