Li Amedê mitînga ku BDP’ê û KCD xwest pêkbîne û destûr nehatibû dayîn, her wiha rastî êrîşa polîsan hatibûn Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Bûldan ji lingê xwe bi bombeya gazê ya polîsên AKP’ê avêtî birîndar bibû, li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kir.
Bûldan ku di êrîşa polîsan ya 14’ê Tîrmehê de birîndar bibû, di derbarê Midûrê Polîsan yê Amedê Mûstefa Yagmûr, Waliyê Amedê Mûstefa Toprak û Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn de giliyê sûc kir.