Wan herikî kolanan: Li bendê nemînin ku em bêdeng bimînin!
Dorpêçî û komkujiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Farqîn, Nisêbîn û Kerboranê tên kirin, li Wanê bi daxuyaniyeke girseyî hat protestokirin.
Dorpêçî û komkujiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Farqîn, Nisêbîn û Kerboranê tên kirin, li Wanê bi daxuyaniyeke girseyî hat protestokirin.
Li Wanê, bi pêşengiya rêxistinên bajêr ên DBP û HDP'ê bi hezaran welatî bi daxuyaniyekî erîşên li ser bajarên Kurdistanê protesto kirin. Bi hezaran kesên ku ji bo daxuyaniyê hatin Parka Feqiyê Teyran, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girseya gel pir caran dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Gelê Cizîrê ne tenê ye" berz kir.
Li ser navê girseyê, Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Munîr Aras daxuyanî da û balê kişand ser êrîşên dewletê yên li Kurdistanê. Aras diyar kir ku ew ê li hemberî van êrîşan li ser piyan bin û wiha axivî: "Bila ti kes ji me hêvî neke ku em li hemberî êrîşan bêdeng bin. Li hemberî êrîşan divê bi şîara jiyana azad em li hemberî faşîzmê têkoşînê bidin." Aras, da zanîn ku heya dorpêça li bajarên Kurdistanê rabe ew ê li qadan bin.
Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmeyan çalakî bi dawî kir.