Wan dîsan 3 caran hejiya!

Wan dîsan 3 caran hejiya!

Li Wanê di 30 deqîqeyan de 3 erdhejên ku navenda wan Gola Wanê bû û hêza wan 3.4, 3.4 ve 3.0 pêl bûn pêk hatin.

Li gorî agahiyên Resatxaneya Kandîlli ya Zanîngeha Bogazîçiyê û Enstîtuya Lêkolînê li navenda Gola Wanê 3 erhejên hêza wan 3.4, 3.4 ve 3.0 pêl bûn pêk hatin. Erdheja pêla wê 3.4 di demjimêr 12:27 bû 7.4 kîlometre di zikê erdê de çêbû, Erdheja hêza 3.4 di demjimêr 12:28’an bû 6.1 kîlometre di kûrahiya erdê de çêbû. Erdheja hêza wê 3.0 di demjimêr 13:05’an bû 5.0 kîlometre di kûrahiya erdê de pêk hat. Erdhej bûn sedemê tirsek mezin. Di erdhejê de windahî çênebûn.