Waliyê Rihayê di çarçoveya biryarnameyan de ku piştî OHAL'ê ji aliyê rejîma Qesr/AKP'ê ve hatin amadekirin, şaredariyên DBP’ê yên Xelfetî, Hewag û Wêranşarê bi awayekî fîîlî desteser kiribû û qeyûm tayîn kiribû. Li dijî desteserkirina vîn û nirxên gel, xebatkarên şaredariyan dest bi çalakiyan kiribûn û biryar dabûn ku qeyûmê nas nekin û bi qeyûmê re xebatê nekin. Berxwedana endam û rêveberên DBP’ê ya li dijî desteserkirina qeyûmê didome. Waliyê Rihayê Gungor Azim Tuna biryarên KHK'ê hincet nîşan dabû û bi îdîaya “endamên rêxistinê xistine kar" erka şaredariyên Wêranşar, Hewag û Xalfetiyê dewrî qeymeqamê navçeyan kiribû. Rêveberên DBP’ê yên navçeyên Xalfetî, Hewag û Wêranşarê jî li ser biryara navendê helwest nîşan dan û bi biryarin ku bi qeymeqaman re xebatê nekin.
WALÎ NIVÎSA DUYEMÎN JI QEYMEQAM Û XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ RE NIVÎSAND
Piştî darbeya sivîl şaredariyên DBP’ê yên Xalfetî, Hewag û Wêranşarê bi awayekî fîlî ji aliyê qeymeqamên navçeyan ve hatin desteserkirin. Li ser vê yekê rêveber û xebatkarên şaredariyan ên DBP'ê biryar dan ku bi qeymeqaman re xebatê nekin. Li ser vê yekê Walî ji Qeymeqamên navçeyan û 3 şaredariyan re nivîs şand û diyar kir ku ger ev helwest berdewam bike dê der barê qeymeqam û xebatkarên şaredariyê de karê fermî bide destpêkirin. Walîtiyê ji Qeymeyam xwest ku xebatkar bi wan re bixebitnin. Rêveberiyên DBP’ê yên 3 şaredariyan bi hêjmara 174'an di 20'ê îlona 2016'an de li buroya OHAL'ê ya Walîtiyê biryar îtîraz kiribun.
PIŞTÎ QEYÛMÊ ENCAM NEGIRT
Piştî Walîtiya Rihayê bi awayekî fîlî qeyûm tayîn kir û qeyûmê encam negirt nivîsa duyemîn ji xebatkarên şaredariyê re şand û xwest rêveberên DBP'ê paşve gavan bavêjin. Vê carê bi hinceta hevşaredarên DBP'ê beşdarî merasimên cenazeyan bûne bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kirine" û “Endamtiya rêxistinê" doz vekir. Roja duşemê xebatkar û rêveberên DBP'î yên Şaredariyên Xalfetî, Hewag û Wêranşarê li dijî pêkanînên qeyûmê ku bi fermana AKP/Qesrê dixwaze têxe meriyetê çalakî pêk anîbûn û bertekên xwe nîşan dabûn. Rêveber û nedamên DBP'ê diyar kiribûn ku qeyûmê nas nakin û bi qeyûmê re naxebitin. Bertek û nerazîbûnên Rêveberê û xebatkarên şaredariyê yên li dijî qeyûmê berdewam dikin. Hevşaredraên DBP'î diyar kiribûn ku tayîna Qeyûmê ya Waliyê Rihayê ku bi fermana AKP/Qesrê pêk tîne desteserkirina vîna gel e û darbeya sivîl e. Diyarkiribûn ku dê li dijî vê neheqiyê heta dawî têbikoşin.
Walîtiya Rihayê li aliyê din bi hevkariya şaredariyên AKP’ê yên Riha Karakopru, Haliliye û Eyyubiye ji bo qaşo wekî ku xizmetê dide nîşan bide bêje Şaredariya DBP'ê xebat nekiriye; hêzek hevpar a karkeran ava kiriye û li ser navê xizmetê li navçeya Pirsûsê wekî ku xebatê dike nîşan dide.