Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê nivîskî herêmên qedexe yên leşkerî ragihand. Qedexeya 7 herêmên cûda dê heta 6’ê Cotmeha 2012’an bidome.
Walîtiya Colemêrgê, herêma aliyên Colemêrg, Şemzînan, Çelê û Geverê, rojhilatê Bêşebaba Şirnexê û herêma Altindaglar ya navenda Colemêrgê, herêma Çiyayê Buzul, Herêma Alanduz, Herêma Çiyayên Balkaya, herêma Gedîktepe û Karadag, herêmên Çaglayan û Pîrînçeken du mehan ji sivîlan re qedexekir.
Balkêşe ku “herêmên qedexe” yên hatine îlankirin di bin kontrola gêrîlayan de ne. Tê ragihandin ku, artêşa Tirk nikare ji bejahiyê ve bikeve van herêman.