'Vîna me ji tankên we xurttir e'

Gelê Silopiyayê yê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide û bajarê xwe naterikînin gotin, "Hûn bi tank û topên xwe jî êrîş bikin, vîna me ji tankên we xurttir e. Em ê Silopiyayê neterikînin."

Li Silopiyayê berxwendana gel a li dijî tank û topên dewleta Tirk, di roja 33. de dewam dike. Welatiyên Silopiyayê yên ji ber êrîşên dijwar ên dewletê ji neçarî ji taxên Başak, Barbaros û Nûhê derbasî taxên din ên Silopiyayê bûn, bi êrîş û dorpêçiyê re rû bi rû ne.

Yek ji şêniyên taxa Nûhê ku mala wan ji ber êrîşa bi tankan xera bû û ji neçarî derbasî taxa Yenîmahalle bû Şeymûs Şahîn anî ziman, ku armanca bingehîn a hêzên dewleta Tirk ên 33 roj in êrîş dikin, sirgûnkirina gel ji bajêr e. Şahîn anî ziman ku ji ber vê yekê, di êrîşan de hêzên dewletê bi taybetî malên wan, depoyên avê hedef girtine û bi rojan bê av û elektrîk hatine hiştin. Şahîn bal kişand ser hovîtiya êrîşên dewletê û got, "Dewletek heye bi tank û topan êrîşî taxên gel dike. Gelo ev e exlaqê we yê şer, ev e mêrxasiya we? Hûn bi tankên xwe jî êrîş bikin, hûn malên me jî xera bikin, em ê li ser vê xakê bimînin. Em ê Silopiyayê neterikînin. Tankên we ji vîna me ne xurttir in."

Dayika 3 zarokan Ayşe Kaplan a ku leşkeran avêtin ser mala wan û ew bi zorê ji malê derxistin, diyar kir ku armanca tekane ya êrîşên hêzên dewletê valakirina Silopiyayê ye. Kaplan got, "Eger armanca xwe ne ev be, çima me ji malên me derxistin. Eger xizmên me, cîranên me nebûna, em ê neçar biman koç bikin." Kaplan ragihand, ku bi saya piştevaniya tê nîşandan, wan xaka xwe neterikandine.

Kadrî Çîçek ê bi malbata xwe re ji neçarî çûye taxeke din destnîşan kir, ku li Botanê kevneşopiya berxwedanê gelekî kevne û ragihand, ku dewlet temamiya bajêr hilweşîne jî ew ê li bajarê xwe bimînin. Çîçek got, "Ev çi êrîş in? Gel dixwaze li vê derê bi nasnameya xwe re bi awayekî azad bijî, tu bi tankan bi ser de diçî. Ji maşînên zirxî we gule li sedan malên me reşandin, hilweşandin. Lê binêrin vaye em dîsa li vir in. Silopiya xaka me ye, em ê ji vir dernekevin."