Vedat Gurbuz ê li Hezexê hat qatilkirin li Tûşbayê hat oxirkirin

Vedat Gurbuz ê yek ji 12 kesên li Hezexê hat qetilkirin e, li navçeya Tûşba ya Wanê bi awayekî girseyî hat oxirkirin.

Vedat Gurbuz ê yek ji 12 kesên li Hezexê hat qetilkirin e, li navçeya Tûşba ya Wanê bi awayekî girseyî hat oxirkirin.

Vedat Gurbuz ê yek ji 12 kesên ku li navçeya Hezex a Şirnexê 24’ê Sibatê li bejahiya gundê Hespîst di êrîşa hewayî ya helîkopterên Kobra yên artêşa Tirk de hatin qetilkirin, li navçeya Tûşba ya Wanê hat defnkirin. Piştî karên li Mêrdînê, cenazeyê Gurbuz anîn Wanê. Di ketina Wanê de, cenaze li pêşiya Petrola Hîtîtê ji aliyê bi sedan kesan bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Gurbuz ên ji bo defnkirinê anîn goristana li Taxa Selîmbey a Tûşbayê rastî êrîşa polîsan hat. Li ser sekna girseyê, polîs vekişiyan, Gurbuz di nav dirûşm û tîlîliyan de spartin axê

Piştî rêzgirtinê, Hevseroka MEYA-DER’ê ya Bajêr Nerîman Ûrar axivî, êrîşa polîsan şermezar kir. Ûrar got dewlet xwe li hember cenazeyan jî ranagire, wiha got: “Çi dikin bila bikin, em ê têkoşînê bidomînin.” 

Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Okkeş Kava jî bal kişand ser êrîşa li ser cenazeyan, got: “Dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin.”