'Vê carê ne ji hewayê, ji erdê ve em qetil kirin'

Şêniyên Roboskî dan xuyakirin, ku komkujiyên AKP/Qesrê bi plankirî û zanebûn dewam dikin û destnîşan kirin, ku ew ê serî li ber van polîtîkayan netewînin.

Piştî komkujiya 28'ê Kanûna 2011'an a bi balafirên şer ên Tirk hat kirin û 34 şêniyên Roboskî jiyana xwe ji dest dan, dewleta Tirk vê carê duh bi şev bi tankan bombe li koma ji 40 sivîlan barand. Di vê bomberdûmana li heman cihî de Vedat Encu yê 16 salî jiyana xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn, ku rewşa yekî ji van giran e.

Rêveberê Roboskî-Der'ê Vahît Encu, ku di dema bomberdûmana bi balafirên şer de birayê wî Savaş Encu jiyana xwe ji dest da, da xuyakirin ku zîhniyeta beriya 5 salan welatiyên Roboskî qetil kir hînê neguheriye.

Encu diyar kir, bi destê dewleta AKP/Qesrê hînê mirovên li Roboskî tên qetilkirin û got, "Duh bi şev me dîtin, ku xizmên me li heman cihê beriya niha komkujî lê hatibû kirin, hatine qetilkirin. Birayê Davût Encu yê di komkujiya beriya 5 salan de filitîbû Vedat Encu yê 16 salî, jiyana xwe ji dest da. 5 kes jî birîndar bûn. Ji ber ku ambûlans nehatin, me ew li trakforê siwar kirin û gihandin nexweşxaneya li navçeyê. Zîhniyeta dewletê mixabin li Roboskî careke din komkujî kir. Zêdeyî 10 roj in bazirganiya li ser sînor tê kirin. Ti hişyarî li xizmên me nehatin kirin, hema yekser bombe li wan hatin barandin."

Encu da xuyakirin, ku di navbera komkujiya beriya 5 salan û ya duh de bi tenê cudahiyek heye, ew jî; komkujiya destpêkê bi balafirên şer, ya duh jî bi tankan hat kirin.

Encu anî ziman, AKP/Qesr bi zanebûn wan qetil dike, lê ew ê ti carî ji doza xwe ya mafdar venegerin.

'ME SERÎ LI BER AKP/QESRÊ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN'

Serokê Roboskî-Derê Velî Encu, ku kekê Serhat Encu yê di komkujiya 2011'an a li Roboskî de hat qetilkirin e, anî ziman ku komkujiya duh bi plan û zanebûn hatiye kirin. 

Velî Encu, komkujiya duh a bi tankan hat kirin weke parçeyek ji polîtîkaya zext, bêdengkirin û çavtirsandinê ya demeke dirêj e li hemberî wan tê meşandin bi nav kir.

Encu got, "Bi çavtirsandinê dixwazin mirovên li vê derê ji têkoşîna wan a mafdar vegerînin. Weke malbatên ji Roboskî, me li ber van êrîşên AKP/Qesrê û dewletê serî netewand, em ê serî netewînin."

Encu ragihand, dewleta Tirk tevî ku dizanîbû ew mirovên li wir sivîl in bombe li wan barandiye û got, "Ev 2 hefte ne ev mirov li ser sînor bazirganiyê dikin. Bi ti awayî li ser çûn û hatina wan tiştek nehat gotin. Ev mirov ji cihekî di navbera 2 qereqolên li ser sînor de diçin û tên. Ev mirov bi hêsanî dikarîbûn bihatina hişyarkirin. Lê belê li şûna vê yekê rabûn bombe li wan barandin û ew qetilkirin. Bi vî rengî gelê Roboskî qetil dikin."

Encu diyar kir, li şûna darizandina kiryarên komkujiya Roboskî, komkujiyên nû li wan tên kirin û bi vî rengî êşa wan tê girankirin. Encu got, "Têkoşîna me ya hiqûqî wê dewam bike. Heta ku kiryar bên darizandin, em ê bi ti awayî ji têkoşîna xwe ya mafdar venegerin."

Di vê navberê de, li mala Vedat Encu yê di komkujiyê de hat qetilkirin şîn hat danîn.