Vê carê jî avêtin ser mala Wekîl Aycan Îrmez
Çeteyên Qesrê beyî ti destûrên qanûnî jî diyar bikin, bi ser mala Wekîla HDP’ê Aycan Îrmez de girtin.

Hêzên dewletê êrîşên xwe yên qirkirinê di roja 56. de li Şirnexê berdewam dikin, çeteyên ku tevî ti destûrên wan ê qanûnî nîne jî duh bi ser mala Wekîla HDP’ê Leyla Bîrlîk de girtibûn û deriyê malê şikandin û lêgerîn dabûn destpêkirin. Îro jî çeteyên Qesrê bi ser mala Wekîla HDP’ê Aycan Îrmez de girtin. Çeteyên Qesrê dema Îrmez ne li malê bû, bi ser mala li Taxa Gundogdûyê de girtin. Polîsên Tirk mal serûbin kirin, bi kamerayê jî dîmenên hemû ferdên malê girtin.
Li aliyê din çeteyên Qesrê yên ku bi wesayîtên zirxî ve taxa Gundogdûyê dorpêç kirin, serdegirtina malan hê jî didomînin. Di lêgerîna malan de hemû kelûpelên malê û ferdên malê bi kamereyan qeyd kirin. Lêgerîna li taxan dewam dike.
Li aliyê din êrîşên dewletê yên li bajêr dewam dikin. Hêzên dewletê yên ku ketin hinek kolanên taxên Dîcle û Gazîpaşayê jî şewitandina kargeh û malan didomînin. Di avahiyên kolanên her du taxan de jî ji ber şewitandinan dûman bilind dibin.