BI DÎMEN

Ûysal ê milê wî jê bû: Canê me jî biçe wê berxwedan bidome

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku dorpêçî û êrîşên hêzên çekdarên dewleta Tirk lê didome, tîmên taybet ên Tirk ji bo gel ji navçeyê derxînin, trafoyan hedef digirin, devê kaniyan digirin, navçeyê bê elektrîk û bê av dihêlin.

Îrfan Ûysal ê ku li Cizîrê çû kaniya avê veke, lê ji ber guleyên hêzên dewletê birîndar bû û milê wî jê bû got, "Me destûr ji Qeymeqamiyê wergirtibûn. Ji bo kuştinê gule li me reşandin. Lê milê jî, canê me jî biçe, wê ev berxwedan bidome."

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku dorpêçî û êrîşên hêzên çekdarên dewleta Tirk lê didome, tîmên taybet ên Tirk ji bo gel ji navçeyê derxînin, trafoyan hedef digirin, devê kaniyan digirin, navçeyê bê elektrîk û bê av dihêlin. Wezîfedarê Şaredariya Cizîrê Îrfan Ûysal, ku ji bo vekirina kaniya ji aliyê tîmên taybet ve hatibû xitimandin çû Taxa Dîcleyê, bi guleyên hêzên dewletê birîndar bû. Ûysal ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê tedawîkirin, milê wî yê çepê jê bû. Ûysal qala kêliya êrîşê kir.

'JI BO VEKIRINA KANIYA AVÊ ME DESTÛR STENDIBÛN'

Ûysal da xuyakirin ku beriya çûyînê ew li 155 geriyan û destûr xwestin. Ûysal ragihand ku piştî ji maseya krîzê ya qeymeqamiyê destûr wergirt, bi wesayîtê ketiye ser rê, lê belê polîsan ew vegerandiye. Ûysan anî ziman ku ji ber vê astengiyê ew vegeriyane avahiya şaredariyê, careke din li 155 geriya ye, destûr xwestiye û piştî destûr jê re hatiye dayîn, berê xwe daye Taxa Dîce. Piştî ku me xwe gihand Xaçerêya Çamlica, careke din em li 155 geriyan û me jê re ragihand ku em ê derkevin ser rêya bingehîn. Wan jî ji me re gotin, 'temam hûn dikarin derbas bibin'. Li ser vê yekê me rêya xwe dewam kir."

'JI MAŞÎNA ZIRXÎ GULE HAT BARANDIN'

Ûysal anî ziman ku wan xwe gihandin devê kaniyê, dest bi vekirinê kir û hingî gule li wan hat reşandin. Ûysal got, "Dema min devê kaniyê vedikir, min li maşînên zirxî yên li ser gir sekinî temaşe dikir. Hingî min dît ku yek ji maşînên zirxê berê xwe zîvirand me. Ji xwe piştre yekser dest bi gulereşandinê kir. Pê hesiyam ku birîndar bûm."

'ARMANC QETILKIRIN BÛ'

Ûysal destnîşan kir ku armanca êrîşê qetilkirina wan bû û got, "Di dema gulereşandinê de min xwe berjêr kir. Eger min serê xwe berjêr nekiribûya, ez niha nedijiyam. Hevalên li cem min li 112 ekîbên tenduristiyê geriyan. Bi alîkariya hevalên min, rizgar bûm."

Ûysal da zanîn ku dema ew rakirin nexweşxaneyê, doktoran mudaxleyî wî nekirine û got, "Polîsekî birîndar anîbûn nexweşxaneyê. Tîmên taybet li wê derê êrîşî her kesî dikirin. Êrîşî hemû doktorên li nexweşxaneyê kirin û bi zorê bi tenê polîsê birîndar dan dermankirin. Ez û nexweşên din em li wir bûn, ti mudaxleya tibî li me nekir. Tîmên taybet îşkence li doktoran kirin û nehiştin ku doktor ji bo me tiştekî bikin."

'EM Ê DEV JI BERXWEDANÊ BERNEDIN'

Ûysal da zanîn ku dewlet bi êrîş û komkujiyan re nikare ti encamê werbigire û got, "Milê me, canê me jî biçe ev berxwedan wê bidome. Em ê ti carî ji berxwedana xwe venegerin."

...