BDP'a Ebexê ya Wanê ji bo welatiyan xwarina fitarê da. Bi sedan kes beşdarî fitarê bûn. Di fitarê de Parlementerê BDP'ê yê Wanê Uçer, diyar kir ku HPG’ê herema Colemêrgê bi dest xistine û hikûmet neçare ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCD, BDP û hemû hêzên kurdan rûne û pirsgirêka kurd çareser bike.
BDP'a Ebexa Wanê ji bo welatiyan xwarina fitarê da. Bi sedan kes beşdarî xwarina li Restoranta Kaz Golu hate dayîn bûn. Di xwarinê de Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Seroka BDP’a Wanê Mîhrîban Şah, Rêveberên BDP’a Wanê, Ebexê û Bêgirê, Seroka Meclîsa Giştî Semîra Varli û endamên meclîsa giştî, nûnerç ÎHD û bi sedan welatî amade bûn. Di fitarê de ji 7 saliya heta 70 saliya welatî amade bûn. Xwarina ji 3 cûreyan pêk dihat diyarî welatiyan hate kirin. Welatiyê beşdarî xwarinê bûn parlementer û rêveberên BDP’ê bi çepikan pêşwazî kirin. Di xwarinê de Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku di vê meha pîroz de welatî îbadetê xwe bi cih tînin û got welatî bi dilekî paqij rojiya xwe digirin.
‘DÊ BAKUR JÎ XWESERIYA XWE ÎLAN BIKE’
Uçer, anî ziman ku bila welatî ji bo têkoşîna kurdîstanê jî dua bikin û wiha got: “Belê daxwaza me ji gelê me ewe ku ji bo azadiya Kurdîstanê, xweseriya Kurdîstanê, ji bo azadiya Serok û Rêberê gelê Kurd, girtiyên zîndana û ji bo selametiya gerîlayên çiyayê Kurdîstanê jî bila ji bîr nekin û dua bikin.” Uçer, destnîşan kir ku xebatên yekîtiyê Kurdîstanê bila bi hêvî û hêzên wan bibin yek û ji bo ku gelê vê derê jî wek yê Rojava azadiya xwe û xweseriya xwe bang bikin. Uçer, da zanîn ku wan par xwesweriya demokratîk îlan kir û niha jî ji bo înşakirina wê ji gundan heta bajaran xebatê wê didin meşandin. Uçer, bi bîr xist ku wan ji xweseriyê li Colemêrgê xwestin panel li dar bixin polîsan ne hiştiye û xebata wan asteng kirine.
‘HPG’Ê COLEMÊRG BI DEST XISTIYE’
Uçer, anî ziman ku polîs û tîm ji bo xebatê wan astengiyan derdixin, lê nikarin vîna gelê kurd bişkênin û wiha got: “Ew nikarin xebat, têkoşîn û xîreta gelê me têk bibin.” Uçer, diyar kir ku HPG îlan kiriye ku herema Colemêrgê bi dest xistiye û wiha domand: “Dibêje emê demek nêzîk de li tevahiya Kurdîstanê bi dest bixin. Hikûmet û leşkerî bê denge. Ew leşkerê belengaz ne zarokên wan in. Ger ku zarokên wan bana dê dilê wan bi şewitiya. Lê ji leşker û polîsan wan jî dilê wan na şewite. Lê em dizanin dilê wan ji bo kurdan, gerîlla û zarokêm kurdîstanê û Roboskiyê na şewite. Lê xwînxwar û şerxwazên wek Erdogan û hikûmeta wan ji xwînê têr nabin.” Uçer, bi bîr xist ku li Ebexê operasyonê KCK pêk hatine û serokê navçeyan wan Metîn Adugît hatiye girtin û got ew wek BDP’ê van operasyona qebul nakin. Uçer, daxuyand ku hikûmet neçare li gel Rêberê PKK Abdullah Ocalan, KCD, BDP û hemû hêzên kurdan rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Piştî axaftinê welatiyan xwarin xwar û fitar bi dawî bû.