Meclîsa Daîmî ya KCD'ê, têkildarî bidesxistina rêveberiya bajarên Rojavayê Kurdistanê û helwesta hikûmeta Tirk civîna awarte pêk anîn. Di civînê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, anî ziman ku hikûmeta Tirkiyeyê bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî kurdên Sûriyeyê helwesta xwe ya dijminantiyê aşeker kiriye. Turk, anî ziman ku kesên dijberiya xwe ya li hemberî kurdan binin ziman ew êdî di çavê kurdan de xiyanetkar in. Turk, bang li hemû gelê kurd kir û xwest Yekîtiya Neteweya Kurd xurt bikin. Turk, anî ziman ku geşedanên li şemzînanê ji Tirkiyeyê tê veşartin.
Meclîsa Daimî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), li ser pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistan, Sûriye û Tirkiyeyê bi awayekî awarte li hev kom bûn. Civîna awarte li avahiya KCD'ê pêk hat. Di civînê de Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Dîvana Lijneya Koordinasyonê û endamên Meclîsa Daîmî amade bûn.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, axaftina vekirinê kir û wiha got: "Em di pêvajoyek awarte re derbas dibin. Di demên dawî de liv û tevgera dîplomatîk zêde dibe. Dixwazin gelê kurd li Rojhilata Navîn têxin kemînê. Dema em li helwesta hikûmetê dinêrin, em dibînin ku bidestxistina azadiyê ne pir hêsan e. Îro siyaseta li cîhanê tê meşandin armanc dike ku li kudera cîhanê kurdek hebe bêdeng û bê vîn bihêle, lê êdî kurd vê yekê qebûl nakin. Ji bo vê yekê jî divê kurd yekitiya xwe ya neteweyî xurt bikin.
Turk, anî ziman, Serokwezîr Erdogan berpirsiyarê komkujiya Hemayê Esad wekî bira îlan dike, lê bi helwestek dijminantî nêzî kurdan dibe û wiha got: "Ev ne helwesta mazlumane ye. Hikûmet li hemberî hemû mafên kurdan ên demokratîk, statu û nasnameyê ye. Ji ber vê yekê jî siyasetek dijdemokratîk tevdigere. Erdogan bêyî aş bibîne wekî Donkîşot êrîşê pêk tîne. Li Rojhilata Navîn meseleya sereke kurd in. Dixwazin dîsa kurd wekî kole, blindest, jar û pepûk bijîn. Hihûkemt bi helwesta xwe ya li hemberî kurdan li ser suc hatiye girtin. Divê Tirkiye polîtîkayên xwe yên bi Sûrî re baş bibîne û bi wezinîne. Divê kurd jî helwesta hikûmetê baş bizanibin."
'KURDEN PIŞTGIRIYÊ DIDIN HIKÛMETA AKP'Ê YA DIJMINÊ KURDAN XIYANETKAR IN'
Turk, anî ziman ku pir baş aşkere bûye ku hikûmeta AKP'ê aşkere bi kurdan re dijminantiyê dimeşîne û xwest tu kes piştgiriyê nedin AKP'ê. Turk, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Êdî AKP li hemberî hemû kurdên cîhanê dijminantiyê dimeşîne. Kurdên êdî ligel vê dijminantiya AKP'ê piştgiriyê bidin AKP'ê îxanetkar in. Divê êdî her kes vê yekê baş zanibe. Ji ber ku êdî dijminantiya AKP'ê pir zelal e. Li Misirê hevditin pêk anîn. Li gelek cihên din li ser kurdan hevdîtin hatin kirin. Hemû li dijî mafên kurdan bûn. Li Misirê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê der barê kurdan de tu niqaş nekirin. Ji ber vê yekê partiyên siyasî yên kurd bi tevahî civîna Misirê terk kirin. Dîkdatorê zalim Esad û zalimê din ê ku mafê kurdan ê demokratîk nabîne polîtîkayên dijminantiyê meşandin. Piştî kurdan ev helwesta Esad û Erdogan dît, êdî xwet li cem hêzên ku wan înkar dike û wan nas nake cih negirin. Li ser vê yekê Desteya Bilind Kurd ava kirin. "
'NEGIRTINA PYD'Ê YA CIVÎNÊ NENASKIRINA KURDAN E'
Turk da zanîn ku berê muxalifên kurd bi ereban re diyalogek baş ava dikirin û piştî nêzîkatiya li hemberî kurdan heviyên xwe winda kirin û wiha got: "Daxwaza me ya sereke yekîtî û tifaqa kurdan e. Me li Silêmanî, Hewler û partiyên kurdan ên li Sûriyeyê re hevditin pêk anîn. Me yekîtiya kurdan xwest. Me xwest ji bo kurd bigêjin daxwazên xwe yên demokratik divê berî her tiştî yekîtiya xwe ya Neteweyî ava bikin. Ji ber vê yekê gavên mezin hatin avêtin. Kurdên Sûriyeyê Konseya Neteweyî ava kirin. Bêzariya Tirkiyeyê li hemberî vê yekê ye. Davutoglu diçe Iraqê û bi Birêz Barzanî ku baskekî vê konseyê ye re hevdîtin dike. Lê PYD'ê li derve vê hevditinê dihêle. Ev yek tê wateya nenaskirina Konseya Neteweya Kurd. Divê ev peyam baş bê famkirin. Diçe Kerkukê û bi Tirkmenan re hevdîtinê pêk tînin."
Turk, anî ziman ku Serokê PYD'ê Salih Muzlim diyar kiriye ku Kurdên Tirkiye û Sûriyeyê yek perçe ne û hewldana wan ne dijî Tirkiyeyê ye û wiha got: "Li gel vê yekê hikûmeta AKP'ê li hemberî PYD'ê dijminantî îlan kiriye. Li gel hemû zilma zalîman dê ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Êdî kurd azadiya xwe bi destê tu kesî de bernadin. Kurd tê teqez azadiya xwe bi dest bixin. Ger kurd yekîtî û tifaqa xwe pêş bixin, ev 100 sal dê sedsala azadiya kurdan be. "
13 ROJIN LI ŞEMZÎNANÊ ŞER HEYE
Turk, bal kişand ser geşedanên li Şemzînanê jî û wiha axivî: "Bûyerên li Şemzînanê pêk tên ji Tirkiyeyê tên veşartin. Li Şemzînanê çi dibe. Çima tên veşartin? 13 roj in li Şemzînanê şer heye. Kesên behsa mafê mazluman dike 13 roj in li Şemzînanê her derê dide ber bombeyan û şerekî dijwar dimeşîne. Gundan vala dike. Koçberiyê dest pê kiriye. "
Turk, bang li parlementerên kurd ên AKP'ê jî kir û wiha got: "Divê êdî hemû parlementerên kurd ên AKP'ê êdî helwesta xwe zelal bikin. Ez dibêjim parlementerên kurd ên di nava AKP'ê de cih digirin dê çawa dijminantiya AKP'ê li hemberî kurdan biparêzin. Divê hesabê vê yeke bê pirsîn. Divê gelê kurd jî vê hesabê bipirse. "