Diyar TUHAD-DER ji bo bal bikşînê ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û tecrîdê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da.
Diyar TUHAD-DER bi armanca bal bikşînê ser pirsgirêkên girtiyên nexweş û tecrîdê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî da. Revêberên TUHAD-DER, ÎHD û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta li ser "Ji tecrîdê re na ji girtiyan re azadî" hate vekirin. Daxuyanî ji aliyê kurê Înayet Mete ye ku ev 20 salin li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de girtî Yunus Mete ve hate xwendin. Mete bang li kesên "Emê pirsgirêka Kurd çareser bikin" kir û got pirsgirêka uKrd ne pirsgirêka asayîş, ewlehiyeyê.
'BI LEZGÎNÎ DEV JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ÎMHA Û ÎNKARÊ BERDIN'
Mete diyar kir ku, rejîmên ziman, çand û nasnameya gelan înkar dike nikare xwe bide jiyandin û wiha berdewam kir: "Ji bo pirsgirêka Kurd bi rebazên demokratîk aşitîvanî bê çareserkirin Birêz Abdullah Ocalan yê ku bi milyonan kesan wek îradeya xwe ya siyasî beyan kirî muxatabe. Bila Birêz Ocalan bi lezgînî serbest bê berdan, şert û mercên azadiye jê re bê amedekirin."
Mete bilêvkir ku, ew ji bo bal bikşînin li ser pirsgirêkên nexweşên girtî her hefte çalakiyan pêk tînin û ew dê van çalakiyên xwe berdewam bikin. Mete da zanîn ku, her roj ji girtîgehan cenazê derdikevê û sirgûnên girtîgeha şert û mercên van mirinan amedê dikin. Mete diyar kir ku, dermankirina bi sedan girtiyên nexweş nayen kirin û wiha pedê çû: "Bi lezgînî dest ji polîtîkayên xwe yên înkarê berdin. Vê baş bizanin ku girtî ji baweriya xwe nakevin, dest ji tekoşîna xwe bernadin. Dê ji vê pêve jî tekoşîna xwe bidin meşandin."