Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk anî ziman ku, hikûmet ji bo pirsgirêka Elewiyên Bajaroka Surgu yên Melelitiyê çareser bike elewiyan sirgûn dike. Tûglûk da zanîn ku, li Şemzsînanê jî ji bo pirsgirêka welatiyan çareser bike bi sedan gundan vala dike û wiha got: "Hişmediya sirgûnkirina elewiyan û feraseta valakirina gundan yek e.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûglûk derbarê êrîşa lîncê ya li dijî elewiyên Bajaroka Surgu û operasyonên li navçeya Şemzinanê ya Colemêrgê pêk tên daxuyaniyek nivîskî da. Tûglûk anî ziman ku, êrîşa lîncê ya li dijî elewiyên kurd ên Surgu ya Wêranşara Meletiyê û operasyonên leşkerî yên li navçeşa Şemzînanê ya Colemêrgê hişmendiya heman ferasetê ne. Tûglûk anî ziman ku, êrîşa li dijî welatiyên Surgu êrîşek dijadî ye û nayê qebûlkirin.
Tûglûk anî ziman ku, bi sedan kesên bi darber û bêran êrîşê pêk tînin ne kesên ji rêzê ne û bi organîze êrîşê pêk tînin û wiha got: "Me ev êrîşên kujerîyê li Mereş, Çorum, Sêwasê dît. Elewî di serdema Selçûkiyan û Osmaniyan de ji rastî komkujiyê hatin. Ev raste rast prova û hewldana komkujiyek nû ye." Tûglûk anî ziman ku, heta niha gelek mînakê van komkujiyan hene û lazim e ji rêzê neyê dîtin. Tûglûk da zanîn ku, hikumeta AKP'ê dixwaze bi rejîma oldar rêveberiyê bi dest bixe û rê li pêşiya baweriyên din bigire. Li Sêwas, Mereş, Îzmir, Corum û gelek cihên din jî komkujî pêk hatin û hesap ji van komkujiyan nehat pirsîn. Hikûmet bi zagona Tekke û Zaviyeyan dixwaze rê li pêşiya cemxaneyan bigire û polîtikayên înkar û îmhayê pêş bixe û wiha got: "Polîtîkaşên înkar û îmhayê yên li ser kurdan û baweriyên cuda her tim berdewam kiriye."
'BILA MEDYA TIRK GEŞEDANÊN ŞEMZÎNANÊ JI GEL VENEŞÊRE'
Tûglûk bal kişand ser operasyonên ku zêdeyî hefteyekê ye li Şemzînanê berdewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rojan in raydarên hikûmetê û çapemenî li hemberî vê operasyonê bêdeng e. Li gel vê bêdengiyê li Şemzînanê pevçûn û şerekî pir dijwar heye. Bi sedan gundên li herêmê mane neçar mane ku gundê xwe vala bikin. Welatiyên herêmê ji ber şer operasyon û pevçûnan neçar dimînin ku gundê xwe vala bikin. Her roj di bin siya şer û guleyan de dijîn. Polîtîkayên li dijî elewişyan û li dijî welatiyên Şemzînanê heman feraset e. Hişmediya sirgûnkirina elewiyan û feraseta valakirina gundan yek e."
Tûglûk da zanîn ku pirsgirêk dê bi xweseriya demokratîk çareser bibe.