Topa hawanê li Sîteya Işik a li Nisêbînê ket

Li navçeya Nisêbînê, ku berxwedana xwerêveberiyê lê dewam dike, topeke hawanê li Sîteya Işik a li taxa 8 Mart a li derveyî navçeyê ket. Ev topa hawanê neteqiya, li ser vê yekê tîmên 'tevgera taybet' top dan teqandin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, tankên li cihên bilind ên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bi cih bûne, bi topan êrîşî taxên berxwedanê dikin.

Êrîş bi taybetî li hemberî taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa tên kirin. Yek ji van topan li Sîteya Işikê ya li taxa 8 Martê ket ku li vê taxê şer nîne.

Bi şensê tiştek bi kesî nehat. Li gorî agahiyên ji şêniyên sîteyê hatin wergirtin, tîmên taybet ên piştî êrîşê hatin sîteyê, topa hawanê ya neteqiya, teqandin û parçeyên topê dan hev.

Li 8 taxên navçeyê elektrîk hînê nîne.