TJK-E: Em ê nebin temaşevanê vê hovîtiyê

TJK-E ji bo Cizîrê daxuyanî da, wiha got: “Em nebûn temaşevanê vê hovîtiyê, em nabin jî. Em careke din îfade dikin ku di vî agirê dojehê yê pêxistine de wê hêzên qirker bişewitin.”

TJK-E ji bo Cizîrê daxuyanî da, wiha got: “Em nebûn temaşevanê vê hovîtiyê, em nabin jî. Em careke din îfade dikin ku di vî agirê dojehê yê pêxistine de wê hêzên qirker bişewitin.”

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) daxuyaniyek nivîskî weşand, bal kişand ku bi rojan e gelê Kurd ji bo Cizîrê di nav çalakiyan de ne, diyar kir ku hêzên dewletê yên çete hewl didin kî li Cizîrê mabe, kê mala xwe, xaka xwe neterikandibe, bişewitînin bi guleyan qetil bikin.

TJK-E  destnîşan kir ku bi vê ve jî dixwazin tevahî mirovên mafê xwe dixwazin, radibin ser piyan çavtirsî bikin, wiha dewam kir: “Ji ber vê jî her zarok, pitik, dayik-bav û ciwan ên bi xaka xwe, mala xwe girêdayî di hedefa vê konsepta îmhayê de ne.
Îro hat ziman ku zêdetirî 50 mirovên di malekê de ji bo karibin bi awayekî zindî bişewitînin bombe hatine avêtin. Û dîsa bi dehan mirov bi şewitînê canê xwe ji dest dane.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ev mala sêyemîn a hatiye şewitandine, wiha dom kir: “Mirovên zindî zindî dişewitînin, bi qirkirinek mezin ve polîtîkaya bêmirovkirina Cizîr û Kurdistanê dixin meriyetê.

Em nebûn temaşevanê vê hovîtiyê, em nabin jî. Em careke din îfade dikin ku di vî agirê dojehê yê pêxistine de wê vî hêzê qirker bişewite.

Divê li hember van zebaniyên ku bihişta xwişktî/biratiyê kirine dojeh her kes bi çalakî û tevlîbûnek hê zêdetir ve bibe bersiv. Jinên Kurd ji bo bêdengiya Ewropayê bişkînin, divê li pêşiya saziyên weke PE, KE, NY ên di çareserî an jî neçareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsiyarên wan hene, bibêjin, ‘Em li dijî wehşet û parçekirina li Cizîrê di nobeda mirovahiyê de ne.’”