TJK-E banga ‘çalakiyên bê navber’ kir

TJK-E li dijî pêkanînên qirker ên AKP’ê yên li giştî Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.

TJK-E li dijî pêkanînên qirker ên AKP’ê yên li giştî Kurdistanê banga zêdekirina çalakiyan kir.

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E), têkîldarî pêkanînên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser navçeya Cizîr a Şirnexê û giştî Bakurê Kurdistan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi dijwarkirina şerê hikûmeta AKP’ê ve ketina sala 2016’an pêk hatiye. Di roja dawî ya sala 2015’an de hikûmeta AKP’ê bi kûrmayên xwe re civîn li dar xist û bi biryara dijwarkirina şer ve sal temam kiriye. Biryara sala 2016’an veguherandina sala şerê dijwar hatiye girtin. Hikûmeta AKP’ê çareseriyê di biryarbûna înkar, qetlîam û koçberkirinê de dibîne, peyama wê sûcê şer pêk bîne daye tevahî hêzên navneteweyî. Di roja destpêka 2016’an jî ev xistiye meriyetê; amadekariyên qetlîamên komî dike. Eger nikaribe qetlîamê pêk bîne jî bi tehdîda ‘gaza sarîn’ ve hewl dide gelê Kurd ji cihên wan koçber bike û gel bê cih û war bihêle.”

 ‘DIVÊ KES BÊ DENG NEMÎNE; TEVAHÎ GELÊ ME TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku AKP’ê nikare berxwedanên gel ên bi îlankirinên xwerêveberiyan ve pêş ket bişkîne, bi tehdîdên li gelê Cizîrê dike ve lez daye polîtîkaya xwe ya qetlîam û koçberkirinê, wiha bang hat kirin:

“Gelê Kurdistanê wê bi baldariyek mezin di bin berfek giran de jî be wê berxwedana xwe bidomîne. Li dijî biryarbûna şer a di sala nû de hikûmeta şer raber kiriye divê em dengê xwe bilind bikin, çalakiyên xwe yên bi armanca piştgiriyê bê navber dewam bikin. Pêwîst e em bi çalakiyên xwe banga hestiyariyê li saziyên neteweyî û navneteweyî bikin û nehêlin kes li hember vî sûcê mirovahiyê bê deng bimîne.

Di çalakiyan de divê jinên Kurdistanî pêşengiyê jê re bikin her wiha gelê me yê li Ewropa, ciwanên me tevlî bibe û bibêje ‘êdî bes e’. Divê em karibin berxwedana li Kurdistanê ya di nav şert û mercên zehmet de pêş ketiye silav bikin, pêşiyê li qetlîaman bigirin. Beriya sibehê bibe dereng, îro ketina tevgerê wezîfeya herî mezin a dîrokî ya dikeve ser milên me ye; wê seknek bi rûmet a ji bo gelê me be.”