Tirkiye li ser sînorê Rojava "dîwarê şermê" lê dike

Dewleta Tirk "dîwarê xwe yê şermê" yê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê lê dike, her bilind dike.

Dijminatiya dewleta Tirk a li Kurdan di şexsê Şoreşa Rojava de dewam dike. Dewleta Tirk bi rêbaza Îsraîlê, "dîwarê şermê" di navbera Kurdan de lê dike. Tevî dîwarê ji sala 2014'an û vir ve lê dike, xendekan jî dikole û bi vî rengî hewl dide Kurdan ji hev qut bike.

Hat hînbûn, blokên beton ên ji bo "dîwarê şermê" li navçeya Mêrdîn Qoserê bi rengê hilberîna lezgîn tên amadekirin. Dîwar li herêmeke nêzî navenda hilberîna birikêtan a li pêşberî balafirgehê tên çêkirin û bi TIR'ên plaqe li ser nînin, dibin ser sînor.

Van blokên beton, li xendekên li ser sînorê Rojava hatine vedan, tên bicihkirin. Gel nerazîbûneke tund nîşanî vî dîwarî dide. Tevî vê nerazîbûnê jî hikûmeta Tirk karê lêkirina dîwarê ji 3 metre dirêj, 2.5o metre fireh, dewam dike.

Di vê navberê de, hat ragihandin li ser rêya Artûklû û Qoserê jî dîwar hatiye lêkirin.