Tirkiye, çeteyên DAIŞ û El Nûsra li dijî HSD'ê li hev dicivîne
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî pêngava HSD'ê tengav bûne, li bajarê Ezaz ê di destê çeteyên El Nûsra de ye, bi cih bûn. Tê gotin ku helîkopterên Tirk jî xwe li vê herêmê danîne.

Çeteyên ku ji ber pêngava Hêzên Sûriyeya Demokratîk û êrîşên hewayî yên Rûsyayê tengav bûne, tê gotin ku bi plansaziya Tirkiyeyê re cih diguherînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bi destxistin, bi qasî 850 çeteyên DAIŞ'ê ji Deraa derbasî bajarê Ezazê bûne ku ev bajar di destê çeteyên El Nûsra de ye.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku li vê herêma çeteyên DAIŞ û El Nûsra li hev civiyane, Tirkiye jî xwe nîşan dide û bi binpêkirina qada hewayî ya Sûriyeyê re helîkopterên Tirkiyeyê xwe li vê derê danîne.