Tîmên tevgera taybet ên Tirk guleyan li taxa Îskenderpaşa direşînin-HAT NÛKIRIN

Li Sûrê hêzên dewleta Tirk yên ku Melek Alpaydin qetil kirin, gule li taxa Îskenderpaşa reşandin.

Li navçeya Amed Sûrê, ev 33 roj in li hemberî terora dewleta Tirk berxwedana gel didome. Jinên Elewî yên ji bo destekkirina berxwedanê, Meclîsa taxa Îskenderpaşa ziyaret dikirin, topek ji tankan hat avêtin li maleke li Kolana Kuçuk Aktar ket. Di vê êrîşê de Melek Alpaydin a 38 salî ya li hundirê vê malê jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê tîmên tevgera taybet ên Tirk rasterast tax gulebaran kirin.

Li derdora mala ku bûye hedefa guleya topê, hînê dengên çekan tê. Ji ber êrîşan gelek kes di malê de asê mane.

Cenazeyê Alpaydin a di malê de jiyana xwe ji dest da û 2 kesên birîndar bûne rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eybî. 

Hat ragihadin ku 2 top li Parka Anzeleyê û yek jî li maleke li Xaçerêya Şehîklîkê ketiye. Tê gotin ku di mala top lê ketiye, birîndar hene.

Di encama gulabana hêzên dewleta Tirk de li gelek malan şewat derket. Li ser taxê dûxana reş bilind dibe.

Li Şehîtlîkê jî di encama êrîşên polîsên Tirk de, zarokê 6 salî Yûsûf Tatar ê li mala xwe bû, bi guleya li serî ketî, birîndar bû.

Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwedehiya Gazî Yeşîrgîlê. Hat diyarkirin ku rewşa zarokê birîndar baş e.