Tîmên taybet îşkence li bav û kur kirin

Derket holê ku tîmên taybet ên Tirk, dema ketin maleke li taxa Nûhê, li Alî Aslan û bavê wî Abdullah Aslan ên di hundir de, bi saetan îşkence kirine. Ji bav û kurên birîndar bûn û xizmên wan ên ew dibirin nexweşxaneyê, agahî nayê wergirtin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, ku berxwedana xwerêveberiyan a li dijî terora dewletê di roja 19. de dewam dike, hêzên dewleta Tirk tevî êrîşên xwe yên bi tank û topan di heman demê de diavêjin ser malan, mirovan digirin û îşkenceyê dikin. Li taxa Başakê, ji ber êrîşa bi tank û maşînên zirxî ya duh bi şev, gelek xanî xera bûn û bi dehan kes birîndar bûn.

Polîsên taybet ên Tirk li kolana Bîlen a taxa Nûhê jî avêtin ser mala malbata Aslan. Derket holê ku di dema serdegirtinê de polîsên tevgera taybet bi saetan îşkence li Alî Aslan ê 50 salî û bavê wî Abdullah Aslan kirine. Ji ber ku polîsan destûr nedan ambûlans bikeve nava taxê, xizmên Aslan hewl dan kur û bavê birîndar  rakin nexweşxaneyê. Lê belê ji wan agahî nayê girtin.